HEDEP: Tunehesibandina kurdî ya Diyanetê munafiqî ye 2023-12-09 14:48:30 ENQERE - Hevberdevkên Komîsyona Gel û Baweriyan a Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (HEDEP) bertek nîşanî cihêkariya zimanê kurdî ya Diyanetê dan û gotin: “Helwesta Diyanete bi gotina herî sivik minafiqî ye.”    Serokatiya Karûbarên Diyanetê di ser malpera xwe ya fermî de, cih da 8 zimanan ku ji bo xutbeyên în û cejnê werin şopandin lê belê di nava van zimanan de kurdî tune. Hevberdevkên Komîsyona Gel û Baweriyan a Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (HEDEP) Yuksel Mûtlû û Mahfûz Guleryuz, têkildarî cêhêkariya Diyanetê daxuyaniyeke nivîskî parve kirin. Di daxuyaniya bertek nîşanî tunehesibandina zimanê kurdî hat dayîn û ev tişt hatin gotin: “Tevî ku em hember derketin Diyanet dest vê nêzîkatiya xwe ya faşîzan û nijadperast berneda û malper ji kurdî re hate girtin.”    ‘SEKNA DIYANETÊ MUNAFIQÎ YE’   Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku ev helwesta Diyanetê dijberî ayetan e û ev tişt hat gotin: “Kurd li ser axa xwe rastî vê cihêkariyê tên. Ev yek derveyî rêgeza ‘ummeta bira û wekhev’ e. Ev nêzîkatiya diyanetê bi gotina herî sivik munafiqî ye. Hemû nivîsên îlahî ji bo ku mirov fêm bikin tên. Kes neçarê hînbûna zimanên din nîn e. Ev yek ne li gorî edaleta îlahî ye. Ev yek nijadperestî ye.”   'AYETÊN XWEDÊ TUNE TÊN HESIBANDIN'   Daxuyanî wiha dom kir: “Diyanet bi vê helwesta xwe ve ayetên Xwedê Teala tune dihesibîne. Em bang li Diyanetê dikin ku bila ji bandora siyaseta înkar û asîmîlasyonê derkeve û xizmetî hemû zimanên ku li welatê me tên axaftin bike.”