KCD: Em dê tevî hemû pêkhateyên Kurdistanî bi gelê Tirkiyeyê re têbikoşin 2018-05-03 09:11:30 AMED – Endamê Dîwana KCD’ê Mûsa Farisogûllari diyar kir ku der barê hilbijartina zordest de du stratejiyên wan hene û got: “Em ê tevî hemû pêkahteyên li Kurdistanê û gelên Tirkiye bi awayekî hevpar li dijî faşîzmê tev digerin riyeke hevpar bibînin.”  Endamê Dîwana Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Mûsa Farisogûllari, destnîşan kir ku piştî biryara hilbijartina zordest ew hewl didin ku tevî hemû hêzên Kurdistanî û hemû cudahiyên li rojavayê Tirkiyeyê tev bigerin û ji bo vê hewl didin zemînekî biafirînin.    ‘EM Ê BI DU STRATEJIYAN BER BI HILBIJARTINÊ VE BIÇIN’    Farisogullari diyar kir ku ew bi du stratejiyan ber bi hilbijartinê ve diçin û got: “Ya yekemîn em dixwazin ji hêla eniya Tirkiyeyê ve eniyeke gelan a demokratîk ava bikin. Em ê bi vê eniyê li dijî faşîzmê tevgera demokrasiyê ava bikin. Ji bo mirov mezin qezenc bike pêngavên mezin divê. Yekîtiya hemû partiyên çepgir, gel û rengên cuda û fikrên muxalif ên Tirkiyeyê dê tenê ne ji bo îtifaqa hilbijartinê be. Dê îtifaqa hilbijartinê vê yekê teng bike. Lê em dixwazin her kes di parlementoyê de cih bigire. Loma em dixwazin herkes di nav îtifaqa hilbijartinê de cih bigire. Ya din jî, temsîliyet û yekîtiya tevgera hevpar a tevgerên Kurdistanî ye. Dê tevgerîna hevpar a tevgerên Kurdistanî rê li ber vê yekê vebike. Dema em dibêjin Kurdistan em tenê qala kurdan nakin. Hemû reng û dengên li ser vê xakê divê xwe din av vê îtifaqê û yekîtiya netewî de bibînin. Niha yekîtiyeke xwezayî ya hemû Kurdistaniyan heye. Gelê me jî bi awayekî zêde doza vê yekê dike. Dê ev herdu stratejî bloka AKP-MHP’ê serobino bike. Em nîqaşa ku dê navê vê blokê çi be nakin. Xwazî bila li hemberî faşîzmê eniya yekîtiyê be, xwazî bila yekîtiya gelên demokratîk be. Ya girîng ew e ku li hemberî vê qefleyê liv û tevgera rêxistinbûyî ye. Em yekîtiyeke pireng esas digirin.”    Farisogûllari destnîşan kir ku îtifaqa AKP-MHP’ê li ser dijberiya kurdan şikil girtiye û got: “Ev îtifaqeke pûç e. Bi temamî ji bo plana rûxandinê ya li hemberî muxalefetê û kurdan hatiye çêkirin. Berê jî li hemberî kurdan îtifaqên wisa hatin çêkirin. Îtifaqa AKP-Cemaetê mînaka vê yekê ye. Lê belê bi ser neketin.” Farisogûllari diyar kir ku divê li hemberî vê yekê ji bo yekîtiya netewî ked bê dayîn û got: “Dê ev yekîtî bersiva vê yekê bide.” Farisogûllari anî ziman ku êdî wextê statuya gelê kurd hatiye û divê hemû sazî û dezgeh di vê çarçoveyê de nêzî vê pêvajoyê bibin.    ‘TU FERQA MUXALEFETÊ JI ÎKTÎDARÊ TUNE YE’    Farisogûllari diyar kir ku kesên li dor CHP’ê kom bûne jî kurdan qebûl nakin û got: “Niha li Tirkiyeyê muxalefeta sereke HDP ye. Çimkî CHP jî di nav de fikara hemû partiyên din wekî hev e. HDP li dijî van partiyên pergalê alternatîf e. Tenê ne li hemberî AKP’ê. Nêrîna CHP’ê û Partiya ÎYÎ’yê ya li hemberî kurdan ne kêmî ya AKP-MHP’ê ye.” Farisogûllari got, kes nikare li gor serê xwe kurdan bike perçeyeke îtifaqê û got: “Dê kurd vê yekê diyar bikin. Dê nêzîkatî û rêgezan esas bigire.”    ‘DÊ DI 4’Ê GULANÊ DÊ BÊ DAXUYANDIN’    Farisogûllari diyar kir ku dê HDP ji bo namzetiya serokomariyê bi namzetekî têkeve hilbijartinê û got: “Dê di 4’ê Gulanê de li Amed û Stenbolê bi awayekî hevwext bê daxuyandin. Dê li Amedê saet di 17.00’an de li Otela Demîrê tevî saziyên Kurdistanî bê daxuyandin. Dê li Stenbolê jî bi beşdariya hemû cudahiyan, gelên çepgir û sosyalist û hemû muxalifan bê daxuyandin.”