Buldan du pirs ji wezîr Yerlîkaya kir 2023-11-28 13:59:35   ENQERE - Parlamentera HEDEP’ê ya Wanê Pervîn Buldan têkildarî çalakiya Dayikên Şemiyê ku bi 10 kesan hatiye bisînorkirin, du pirs ji Wezîrê Karên Hundir Alî Yerlîkaya kir.    Parlamentera Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (HEDEP) a Wanê Pervîn Buldan têkildarî astengkirina çalakiyên Dayikên Şemiyê du pirs ji Wezîrê Karên Hundir Alî Yerlîkaya kir.    Di pêşnûmepirsê de Buldan ev pirs ji Yerlîkaya kir: “Tevî ku mafê civîn û meşan di destûra bingehîn de hatiye mîsogerkirin û tevî biryara AYM’ê jî çima tevlibûna çalakiya Dayikên Şemiyê bi 10 kesan hatiye bisînorkirin, armanca vê û bingeha vê biryarê ya qanûnî çi ye? Gelo heke ez weke kesa 11’emîn tev li çalakiya Dayikên Şemiyê bibim, tu astengiyên qanûnî li pêşiya min hene?”