Çîçek: Peyama gelê kurd a bi Meşa Azadiyê zelal e 2023-11-24 10:53:03   STENBOL - Hevberdevkê HDK’ê Cengîz Çîçek diyar kir kıu tevî hemû astengiyan jî “Meşa Azadiyê” hatiye lidarxistin û wiha got: “Gelê kurd jiyaneke bêyî Ocalan nafikire. Dixwaze di nava gelê xwe de be.”    Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan li Girtîgeha Tîpa F a bi Ewlekariya Bilind a Îmraliyê di nava şert û mercên giran ên tecrîdê de tê ragirtin û zêdetirî 32 meh in tu agahî jê nayên girtin. Ji bo azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan û bidawîkirina tecrîdê di 18-19’ê mijdarê de ber bi Gemlîkê ve “Meşa Azadiyê” hat lidarxistin. Tevî bajarên bakurê Kurdistanê, her wiha ji gelek bajarên herêmên Çukurova, Anatoliyaya Navîn, Ege û Marmarayê jî bi hezaran kes tev li meşê bûn. Tevî hemû astengkirinan û rewşa nebaş a hewayî jî meş hat lidarxistin.    Hevberdevkê Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) û Parlamenterê Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (HEDEP) Cengîz Çîçek têkildarî peyamên “Meşa Azadiyê” û plansaziya rojên pêş axivî.    GIRÎNGIYA MEŞÊ   Çîçek, da zanîn ku “Meşa Azadiyê” berdewamiya kampanyaya “Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji bo pirsgirêka kurd çareserî” ye ku li 74 navendên cîhanê bi awayeke hemwext hatibû destpêkirin. Çîçek, got ku ev meş destpêka têkoşîna serdema nû ye. Çîçek, wiha domand: “Ev çalakî ji bo nîşan bide bê ka bingeha pirsgirêka kurd çi ye û ji bo bandora birêz Ocalan a li ser mirovan û cihê wî yê navneteweyî pir girîng bû. Ji ber ku ev demekî dirêj e em bi feraseteke dewletê ya ku hebûna birêz Ocalan, girîngiya wî ya di polîtîkayê de û cihê wî ya di nava gelê kurd de înkar dike re rû bi rû ne. Ev siyaseta ku qirkirina kurdan daye pêşiya xwe û hebûna kurdan înkar dike, birêz Ocalan xistiye navenda vê siyasetê. Me jî ji bo rakirina tecrîdê, qelskirina siyaseta qirker gaveke wiha da destpêkirin. Azadiya fîzîkî ya birêz Ocalan, ji bo tunekirina vê siyaset û feraseta qirkirinê dê bibe destpêkeke baş.”    ‘DEWLET JI DESTKEFTIYÊN TÊKOŞÎNÊ DITIRSE’    Çîçek, destnîşan kir ku meşa wan tecrûbeya têkoşîna azadiyê ya kurd e lewma çalakiyeke polîtîk bû û ev tişt anî ziman: “Ev yek tirsekî mezin dixe dilê îktîdarê. Lewma hewl dan asteng bikin. Dewlet ji destkeftiyên têkoşîna gelê kurd ku birêz Ocalan 50 sal in pêşengtiya wê dike ditirse. Ji ber ku li wir forma kurdayetiya azad, Kurdistana azad, Tirkiyeya demokratîk, gel û baweriyên azad û pêkvejiyana wan a demokratîk heye. Bi meşa Gemlîkê careke din zelal bû ku ev tevek bûne nirxên têkoşîna me ya azadiyê.”    ‘BÊYÎ BIRÛXÎNIN EM Ê YA NÛ AVA BIKIN’   Bi domdarî Çîçek diyar kir ku tevî zext û hewldanên astengkirinê yên dewletê jî gel ji bo lidarxistina meşê kedeke mezin da û wiha pê de çû: “Ev hewldan, xwedî wateyeke mezin e. Gelê kurd û dostên wan tevî ewqas zext û zilmê jî di meşa Gemlîkê de israr kir û vîna xwe raber kir. Vê yekê nîşanî me da bê ka ji me re mîrateyeke têkoşînê ya çiqas ma ye. Ev yek dê pêşiya me veke. Ya ku dê cisareta têkoşîna li dijî tecrîdê derxîne holê jî ev e. Dewlet û îktîdar baş di ferqa vê de ne. Anku em jî neçarin li dijî kesên hewl didin me birûxînin, hemleyeke rûxîner bikin. Heta ne rûxe tiştekî nû ava nabe.”   ‘ARMANCA MEŞÊ HASIL BÛ’   Di berdewamê de Çîçek wiha got: “Armanca meşa me hasil bû. Dewletê du rojan hewl da li Kurdistan û Tirkiyeyê nehêle tu kes bilive. Her cureyên tevdîran girt û hewl da asteng bike. Pûçkirina astengiyên hêzên ewlekariyê, cisareta ji bo vê hatiye nîşandan, careke din nîşanî me da bê ka çalakiyên li ser hatiye fikirîn çawa didin qezenckirin. Anku li dijî teslîmiyeta ku dewlet di bin navê qanûnbûnê de li me ferz dike, şoreşger, welatparêz û gelên bindest bingeheke çalakiya fiîlî raber kirin. Lewma armanca meşê hasil bû. Meşa Gemlîkê careke din nîşanî me da ku heke em bi hezaran, bi sedhezaran, bi milyonan kesan bimeşin serdest bêçare dimînin. Tişta herî zêde jê ditirsin jî ev e. Lewma meş gihişt armanca xwe. Lê ji bo têkoşîna me bi temamî bi ser keve, divê em fermanên Meşa Gemlîkê dididin me pêk bînin. Her wiha vê meşê hinek îşaretên rê û rêbazên têkbirina tecrîdê jî nîşanî me da. Her wiha dê bibe yek ji çalakiyên serdema nû ya têkoşîna me. Heke em bikevin nava çalakiyên domdar, hem dê rejîma tecrîdê hilweşînin hem jî dê birêz Ocalan azad bibe.”    ‘GELÊ KURD JIYANEKE BÊYÎ OCALAN NAFIKIRE’    Çîçek, daxuyand ku gelê kurd ji roja destpêkê heta niha azadiya Abdullah Ocalan dixwaze û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Divê hemû dînamîkên muxalîf jî vê rastiyê bibînin. Divê mirov baş ser girêdana kurdên li çar parçeyên Kurdistanê û cîhanê ya bi birêz Ocalan re bigihe. Ev 25 sal in peyama gelê kurd zelal e. Dibêje; ‘Em ê cîhaneke bêyî Ocalan bi serê we de hilweşînin.’ Cîhan û jiyaneke bêyî Ocalan nafikirin. Dixwazin wî di nav xwe de bibînin û hembêz bikin. Weke rêberê neteweyî dibînin. Heke gelek her roj li her çar aliyên cîhanê ji bo kesekî li kolanan be, li ber xwe bide û azadiya wî daxwaz bike, divê her kesê vê rastiyê bibîne û rêzê ji bo vê heqîqetê bigire.”   DÊ ENCAM ÇAWA BÊ BIDESTXISTIN?   Çîçek, axaftina xwe wiha qedand: “Çalakiyên li her çar aliyên cîhanê, vê heqîqetê nîşan didin. Dê têkoşîna were dayîn jî li ser vê bingehê be. Heke gelê kurd birêz Ocalan weke sedema jiyana xwe nîşan bide, wê demê dê xwedî lê derve û ji bo azadiya wî ya fîzîkî her cureyên têkoşînê bimeşîne. Di serdema nû de dê azadiya fîzîkî ya birêz Ocalan û çareseriya demokratîk a pirsgirêka kurd dê armancên esasî bin. Ji bo pêkanîna van armancan jî dê gel bêhtir tev li çalakiyan bên kirin. Heke em bikarin vê bikin dê encamekî bi dest bixin. Dewlet di nava salên dawî de hewl dide tevgera kurd û gelê kurd tenê bi bajarên Kurdistanê re bisînor bike. Anku tecrîd bike. Lê divê em ji Stenbolê heta Marsîlya, New York û hwd. her deverê bikin navenda siyaseta kurd, hejmara dostên gelê kurd zêde bikin û tifaqan xurt bikin. Divê em rojeva wan a esasî jî bikin azadiya fîzîkî ya birêz Ocalan. Heke em bikarin vê bikin, dê bi ser kevin. Têkoşîna azadiyê ya gelan dê tecrîda li ser birêz Ocalan têk bibe û dewlet neçar bimîne ku biçe cem birêz Ocalan. Yên ku tecrîdê ferz dikin jî baş dizanin ku ew rêberê gelekî ye. Dema ew gel rabû ser pêyan dê neçar bimînin serî lê bidin. Ji bo siyaseteke zelal, divê em dawî li polîtîkaya tecrîdê bînin. Ji bo Kurdistana azad, kurdê azad û Tirkiyeya demokrtîk, em ê polîtîkaya hundir ji vir bidin destpêkirin.”   MA / Îbrahîm Irmak