Îrmez ê HEDEP’î: Ji bo şer rê heye, ji bo gundan rê nîne 2023-11-23 16:42:05   ENQERE - Parlamenterê HEDEP’ê Mehmet Zekî Îrmez, diyar kir ku Wezareta Veguhestin û Binesaziyê ji Çiyayên Cûdî û Gabarê re rê çêkirine lê ji gundên Kurdistanê re rê çênekirine û anî ziman ku ev yek polîtîkayên şer e.    Muzakereyên li ser plansaziyên budçeyê yên wezaretên di “Pêşniyarqanûna budçeya rêveberiya navendî ya 2024’an” a bi îmzeya Serokê Giştî yê AKP'ê û Serokkomar pêşkêşî Serokatiya Meclisê hat kirin de li Komîsyona Plan û Budçeyê dewam dike. Parlamenterê Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (HEDEP) ê Şirnexê Mehmet Zekî Îrmez ê têkildarî budçeya Wezareta Veguhestin û Binesaziyê de mafê axaftinê wergirtin, bertek nîşanî xebatên wezaretê yên beriya niha û budçeya hatiye veqetandin kirin. Îrmez, bi lêv kir ku divê wezaret budçeya tê plan kirin li gorî pêdiviyên gel xerc bike û wiha got: “Encax dikare bi vî awayî pirsgirêkên veguhestin û binesaziyê bên çareserkirin.” Îrmez, qala trafîka tiryakê ya li ser lîmanên li Tirkiyeyê çêdibe kir û da zanîn ku di sala 2023’yan de li van lîmanan bit onan tiryak hatiye û derbarê dîrok û mîqdara tiryakê de dane parve kirin.      ‘JI BO KURDISTANÊ FIRÎN NÎNE’    Îrmez ê pirsa “Rêyên hewayî bi rastî jî rêyên gel in?” kir, wiha berdewam kir: “Li bajarên ku kurd lê zêde dijîn seferên balafiran ji bo nav welat û derveyî welat gelek kêm in. Di 30’ê Hezîranê de li Balafirgeha Trabzonê 145 sefer hatine kirin di heman rojê de li Amed, Mêrdîn, Êlih, Çewlîg, Wan û Meletiyê bi komî 102 sefer hatine kirin. Ji Trabzona ku nifûsa wê 822 hezar û 659 e re 145 sefer lê ji Ameda ku nifûsa wê milyonek û 804 hezare re 34 seferên balafirê. Li Colemêrg, Wan û Şirnexê jî heman pirsgirêk hene. Pirsgirêka xwe ragihandina bilêdan a welatiyan her ku diçe zêde dibe.”   CIWAN NIKARIN SEYAHATÊ BIKIN   Îrmez, anî ziman ku di van seferan de her wiha kurdî jî nayê bikaranîn û bi lêv kir ku li dijî welatiyên ku ji bilî kurdî zimanekî din nizanin jî axaftineke nebaş tê kirin. Îrmez, bihayên bilêdên trenên bilez jî parve kirin û destnîşan kir ku ciwan û xwendekar ji ber van bihayan nikarin seyahatê bikin.    ‘JI BO ŞER RÊ HEYE, JI BO GEL RÊ NÎNE’    Îrmez, qala rêyên ku bi armanca lêşkeriyê tên çêkirin jî kir û ev tişt got: “Gelo desthilata we ya ji bo girê herî jor ê Cûdî, ji bo her derê Gabarê û ji lutkeya Çiyayê Kato re bi xerckirina milyonan lîreyan bi lez û bez rê çêdike, çima çêkirina rêyên navçeyên Şirnexê û Şirnexê belavî demê dike, eziyetê bi gelê me dide kişandin û ji bo rêyan çêneke li ber xwe dide. Sedemê vê yê herî bingehîn û rast polîtîkayên ewlehiyê û şer in. Hûn xizmetê dikin lê ne ji gel re.”