Partiyen kurdan: Tirkiye êrîşî Kurdistana Başûr bike dê winda bike 2017-09-22 10:19:55 AMED – Partiyên kurdan ên li Amedê bertek nîşanî amadekariya êrîşa li dijî Kurdistana Federe dan. Nûnerên partiyan bertekên li dijî referandûmê jî rexne kirin.  Herêma Kurdistana Federe dê di 25'ê îlonê de referandumê pêk bîne. Nihaşên li ser referandumê zêde dibin. Hem welatên derve û hem jî îktîdara AKP'ê û partiyên Tirkiye li dijî referandumê bertekên xwe tîne ziman. Bi taybetî AKP-MHP referandumê wekî sedema şer nîşan dide. Îktîdarê ji niha de li dijî referandumê tang û topên xwe sewqî ser sînor kirine û amadekariya şerê li dijî Herêma Federe a Kurdistanê dike. Dijberî vê yekê partiyên kurdan jî bertên xwe yên li hemberî partiya îktîdarê ani ziman. Partiyên kurdan diyar kirin ku ger Tirkiye êrîşî Kurdistana Başûr bike dê Tirkiye winda bike.    KURD XWEDÎ MAFIN KU QEDERA XWE TAYÎN BIKIN   Serokê Partiya Azadî û Sosyalizmê (OSP) Sinan Çiftyurek, diyar kir ku referandum ji bo Başûrê Kurdistanê grîng e û wiha got: "Kurd xwedî mafin ku qedera xwe bi xwe diyar bikin. Gelê Kurd ê Başûrê Kurdistanê ji ber polîtîkayên rejîma Iraqê neçarî referandumê maye.  Di pêvajoya ku hêzên serdest li herêmê şer dikin de divê em li cem gelê Kurdistanê cih bigirin. Serokê Iraqê daxuyanî dan. Ev daxuyanî hêzê dide Haşdi Şabî."     DI SERDEMA KOBONÊ DE WÊNEYÊ NETEWEYÎ DERKET    Çiftyurek, bal kişand ser pêvajoya Kobanê û anî ziman ku di pêvajoya Kobanê de hemû partî bûn yek û ji bo azadiya kobanê têkoşiyan. Li Kobanê nasnameya partiyan derneket pêş. Nasnameya neteweyî derket pêş. Niha referanduma Başûr jî tabloyek di ser partiyan re ye. Ger ku Referandum pêk bê dê rê li pêş Yekîtiya Neteweya kurd jî bê vekirin.    ‘GER ÊRÎŞEK PÊK BÊ HEMÛ KURD DÊ BIBIN YEK   Çiftyürek, anî ziman ku hikûmeta Tirkiye ji yekîtiya kurdan ditirse û wiha got: "Hêzên serdest ên di nava Tirkiye de dibe ku li dijî AKP’ê operasyonekê pêk bîne. Ger ku êrîşek li dijî Başûrê Kurdistanê pêk bê hemû gelê kurd dê li dijî êrîşê bibin yek. Di nava AKP'ê de bingehek kurd jî heye. Ger ku AKP êrîşi başûr bike dê kurdê di nava xwe de jî winda bike.    ‘HIKÛMETA IRAQÊ KURD MECBÛR KIRIN'   Serokê Partiya Maf û Azadiyê (Hak-Par) Vasif Kahraman jî anî ziman ku ji bo pêşeroja kurdan referandum girîng e û wiha got "Xeyala kurdan a sedsalan Kurdistana serbixwe ye. Hikûmeta Iraqê kurd neçarî referandumê hiştin. Kurd bi salan rasti komkujiyê hatin. Hikûmetê deriyê xwe li gelê kurd girt. Gelê kurd hev bi tenê nahêlin. Tirkiye dibêje ez dê êrîş bikim. Derew dike. Tirkiye dixwaze Başûrê Kurdistanê çavtirsandî bike. Li wir 7-8 milyar dolar bazirganî heye. Nikare vê yekê ji tune bihesibine.    MA / Rıfat Şahin- Deniz Tekin