Parlamenterê HDP’î Aslan: Îktîdar dixwaze meclîsa pir dengî ji holê rake 2018-04-30 09:07:44 EDENE - Parlamenterê HDP’ê Mehmet Ali Aslan, armanca Hilbijartina Zordest a di 24'e Hezîranê de pêk bê û polîtîkayên AKP'ê yên li dijî hilbijartinê nirxand. Aslan, anî ziman ku îktîdara AKP'ê dixwaze bi vê hilbijartinê ser krîza aborî veşêre û rê li pêş meclîsa pir dengî û pir rengi bigire.  Parlamenterê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Mehmet Alî Aslan, der barê armanca Hilbijartina Zordest a di 24'e Hezîranê de pêk bê û polîtîkayên AKP'ê nirxandin kir. Aslan, diyar kir ku AKP'ê vîna gel desteser kiriye û wiha got: "AKP'ê ji  7'ê Heziranê heta 24'ê Hezîranê hilbijartina 4'emîn pêk tîne. Bi vi rengî vîna gel nas nake û hurmetê nîşanî vîna gel nade. Ev li dijî vîna gel bê hurmetî ye. AKP fatoreya hilbijartinê ji pişta karker û kedkaran derdixe. Serokê AKP'ê Recep Tayyip Erdogan têkildarî encama Hilbijartina 7'ê Hezîranê got "Ev elametta paşverutiyê ye. Piştî wê hilbijartina pêşwext pêk anî. Niha jî ji bo ser krîza aborî veşerê dîsa diçe hilbijartina zordest."     'DIVÊ EM JI VÊ YEKÊ RE BÊJIN RAWESTE'     Aslan, da zanîn ku îktîdara AKP-MHP'ê ji bo ser kêmasiyên xwe bigire û xwe ji vê talûkeyê xelas bike hilbijartina pêşwext pêk tîne û wiha bi dawî kir: "Bi vê hilbijartinê dixwazin dawî li meclîsa pir rengî û pir dengî bînin. Em dikarin vê hilbijartinê di lehê xwe de pêş bixin. AKP firsendek da pêş me. Em baş bixebitin em dikarin dawî li vê pevajoyê bînin. Divê em ji vê rêveçûnê re bêjin bes e. Di  3 salên dawî de krîza aborî di asta herî jor de ye. Binpêkirina mafan di asta herî jor de ye. Di vê pêvajoyê de divê em ji vê yekê re bêjin raweste. Piştî OHAL'ê bi hezaran mirov ji karên xwe hatin dûrxistin. Bi hezaran mirov hatin girtin. Bi hezaran maf hatin binpêkirin. Divê ji bo em rê li pêş vê zordestiya AKP-MHP'ê bigirin heta 24'ê Hezîranê bu ruhê hilbijartina 7'ê Hezîranê kar bikin."