Buldan: Gelên Tirkiyeyê êdî îtîfaqa AKP-MHP’ê naxwazin 2018-04-28 12:48:37   WAN - Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervîn Buldan, di çarçoveya gera Serhedê de bi gelê Erdişê re li hev kom bûn. Buldan, diyar kir ku di serî de gelê Kurd, hemû gelên Tirkiyeyê êdî îtîfaqa AKP û MHP’ê naxwazin.   Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervîn Buldan û şandeya bi wê re, di çarçoveya gera Serhedê de li navçeya  Erdîşa Wanê bi gel re kom bû. Şandeya HDP’ê piştî hevdîtinên xwe yên li Agiriyê, serê sibê ber bi Erdîşê ket rê, gel û endamên partiyê yên navçeya Panosê pêşwîza kirin.  Şandeyê li vê derê navberek kurt dan  û bi gel re sohbet kirin. Şandeyê dûre berê xwe da Erdîşê û diketina navçeyê de endamên HDP û konvoyek ji sedan wesayît pêk tên şande pêşwazî kirin. Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervîn Buldan li avahiya partiyê axaftinek kir û spasiya xwe pêşkêşî gel kir.     'GELÊ KURD DÊ DERSEK DÎROKÎ BIDE WAN’   Buldan, anî ziman ku di hilbijartina 24’ê Hezîranê de, di serî de gelê kurd û gelên Tirkiyeyê êdî îtîfaqa AKP-MHP’ê naxwazin. Buldan di dewama axaftina xwe de wiha got: “Gelê Kurd dê dersek dîrokî bide kesên vîn û nirxa wan nas nakin. Hevşaredara Erdîşê Dîba Keskîn di girtîgehê de rehîn tê girtin. Hevşaredar û hevalên me yên siyasetmedar di girtîgehan de rehîn digirin. Hemû hilbijêrên me dê di 24’ê Hezîranê de cardin bên hilbijartin û dê ligel we cih bigirin. Gelê Erdîşê êdî tirsa xwe têk biriye.”   'DIVÊ DENGEK TENÊ JÎ LI HERÊMÊ JI BO AKP’Ê DERNEKEVE'   Buldan, da zanîn ku 10 salin AKP behsa çêkirina Nexweşxaneya Dewletê ya Erdîşê dike û wiha bilêv kir: “Ka Nexweşxane li ku derê ye? Berî her hilbijartinê dest bi çêkirinê dikin, lê piştî hilbijartinê pişta xwe didin nexwexanê. Pêdiviya gel ne bi girtîgehê, bi nexweşxanê heye. Gelên Tirkiyeyê di 24’ê Hezîranê de, dê bersiva herî mezin bi de AKP ku azadî ji holê rakirine. Divê li Erdîş û herêmê dengek tenê jî ji bo AKP’ê dernekeve. Divê hemû kes destê xwe dane ser wijdanê xwe. Demokratiya welat ji holê rakirin û şer li welat belav kirin. Li ser vê erdnîgariyê divê êdî dengek jî ji bo AKP’ê neyê dayîn. Emê li Erdîşê,Wanê û Tirkiyeyê AKP’ê bikin partiya tabelayê.”   Buldan, bal kişand ser namzetê Serokomariyê yê HDP’ê û wiha axaftina xwe bi dawî kir: “Emê namzetê di 3’yê Gulanê de eşkere bikin. Namzetê HDP’ê dê di tura yekemîn de qezenc bike. Emê, hûnê, HDP û Erdîş dê qezenc bike.”   Piştî axaftinan Buldan û şandeya pêrê, ber bi Wanê ketin rê.