Parêzerên Atalay: Li gorî hiqûqê tevbigerin 2023-08-16 16:18:11   STENBOL - Parêzer Halîs Yildirim anî ziman ku ragirtina parlamenterê TÎP’ê Can Atalay a di girtîgehê de bêhiqûqî ye û ev bang li AYM’ê kir: “Destûr nedin ku daraz ji bo armancên siyasî were bikaranîn.”   Pêkhateya Hempîşeyên/Hevalên Can Atalay serdana parlamenterê Partiya Karkerên Tirkiyeyê (TÎP) ê Hatayê Can Atalay û girtiyên ji Doza Geziyê yên li Girtîgeha Sîlîvriyê tên ragirtin kirin. Parêzeran piştî serdanê li ber deriyê girtîgehê daxuyanî dan çapemeniyê. Di daxuyaniya pankarta “Bila Can Atalay biçe Meclisê. Ji Can Atalay re azadî” hate vekirin de ji bilî Platforma Piştevaniyê ya Gaziyên Geziyê, gelek parêzer û welatî amade bûn.    Yek ji parêzerên ku serdana Atalay kir, Halîs Yildirim bertek nîşanî 3’yemîn û 4'emîn Daîreyên Ceza yên Dadgeha Bilind dan ku li gel biryarên baş ên Dadgeha Destûra Bingehîn (AYM) ên li ser heman mijarê hene jî, ji bo berdana Atalay weke sedemeke hiqûqî ya têre nake dibîne. Yildirim, destnîşan kir ku organên darazê neçar in ku biryarên AYM’ê bi cih bînin û diyar kir ku biryarên Daîreyên Ceza yên têkildar ên Dadgeha Bilind bi awayekî vekirî binpêkirina destûra bingehîn e.    BANG LI AYM’Ê KIR     Yildirim anî ziman ku ragirtina parlamenterê TÎP’ê Can Atalay a di girtîgehê de bêhiqûqî ye û ev bang li AYM’ê kir: “Destûr nedin ku daraz ji bo armancên siyasî were bikaranîn.”   ‘PARÊZERIYA WÎ TÊ PIRSÎN’     Serokê Baroya Tekîrdagê Egemen Gurcî, diyar kir ku nayê qebûlkirin ku Atalay li şûna Meclisê di girtîgehê de be û destnîşan kir ku ev rewş bêhiqûqî ye. Gurcu, bi lêv kir ku pratîka Atalay a di Doza Komkujiya Trênê ya Çorlûyê de gelek girîng bû û parêzeriya Atalay hate pirsîn û destnîşan kir ku ji bo ku hiqûq ji nû ve were sazkirin divê têkoşîn bê dayîn.