Uçar: Kedkarên çapemeniyê ji ber rastiyan nivîsandine 13 meh in girtî ne 2023-07-11 13:53:16 ENQERE - Hevberdevka Partiya Çepên Kesk Çîgdem Kiliçgun Uçar di komcivîna li Meclisê de bal kişand darizandina rojnamegerên kurd û got: "Pêdiviya vê civakê bi çapemeniyek rasteqîn û rastiyan heye. Hevalên me yên kedkarên çapemeniyê ji ber rastiyan nivîsandine, 13 meh in girtî ne."    Hevberdevka Partiya Çepên Kesk Çîgdem Kiliçgun Uçar, di civîna koma partiya xwe ya heftane de geşedanên di rojevê de nirxandin.    Uçar bal kişand ser rewşa girtiyên nexweş ên li girtîgehan jiyana xwe ji dest didin û diyar kir ku girtiyê nexweş Bişar Yazıci bi îfadeya şahidê veşartî 6 sal û 3 meh ceza lê hatibû birîn. Uçar da zanîn ku Yazici ji ber nexweşiya kezebê ku lê peyda bûye jiyana xwe ji dest daye û wiha got: “Saziya Tiba Edlî (ATK) der barê wî de rapora ‘dikare di girtîgehê de bimîne’ daye. Çi li girtîgehê çi li derve, berpirsyariya mafê jiyanê ya gel-welatiyan dewlet e. Lê belê dewlet û ATK di şexsê Yazici de mirina hemû girtiyên nexweş îmze dikin. Bi sedan girtiyên nexweş li girtîgehan li dijî polîtîkaya mirinê, vê bêhiqûqiya mirinê têdikoşin. Ez dixwazim diyar bikim ku ev têkoşîn têkoşîna me ye jî. Em ê dengê xwe bilind bikin û li cem wan bin.”   BERTEKA LI DIJÎ BERSÛCÊN ÊRIŞKAR    Uçar bal kişand ser biryara beraetê ya doza bersûcên ku li Enqereyê êrişî saziyên elewiyan kiribûn û nerazîbûn nîşanî biryara beratê da û got bersûc bi polîtîkaya bêcezahiştinê re tên berdan.    ÊRIŞÊN LI SER DAYIKÊN ŞEMIYÊ    Uçar bal kişand ser êriş û binçavkirina li dijî Dayikên Şemiyê û got: “Qada Galatasarayê bi destê Dayikên Şemiyê bûye qada edaletê. Lê her hefte ji paş ve tên kelemçekirin û binçavkirin.”    'ROJNAMEGERAN JI BER KU RASTIYÊ NIVÎSANDIYE GIRTÎ NE’    Uçar li ser danişîna rojnamegerên di çarçoveya lêpirsîna Amedê de hatin girtin û îro dadgehkirina wan pêk tê jî nirxand û got: “Îro danişîna doza 15 xebatkarên Çapemeniya Azad ên ku 13 meh in li Amedê girtî ne, tê lidarxistin. Em ji xebatkarên Çapemeniya Azad ên ku ne alîgir in, ji rastiyê tawîz nadin, hewl didin ku bibin dengê nedîtî û nayê bihîstin, demildest bên azadkirin û pîşeya xwe bikin. Pêdiviya vê civakê bi çapemeniyeke nepartî heye, pêwîstiya wê bi rastiyan heye. Hevalên me yên ku xebatkarên çapemeniyê ne, ji ber nivîsandina heqîqetê 13 meh in di girtîgehê de ne. Em baş dizanin ku hevalên me yên xebatkarên çapemeniyê îro li dadgehê ne; ew ê bi dirêjî rave bikin ka rojnamegerî çi ye û çawa rojnamegerî ne sûc e. Divê ku rojnameger bên berdan.”    ‘EM BI HILWEŞÎNÊ RE RÛ BI RÛ NE’    Uçar axaftina xwe wiha domand: “Gelên me yê hêja, me dest bi heyamek ku desthilatdariya AKP MHP jê re dibêje sedsala nû ye kir. Hem welat bi xwe hem jî civak bi xwe bi hilweşîneke giran re rû bi rû ne. Kî dixwaze vî welatî standardîze bike; hikûmeteke ku dixwaze wê bike yek tîp û yekreng, ji bo ku vê pêk bîne çi ji destê wê tê dike. Bi her cure bêhiqûqî, her cure sansur, zext, gef, desteserkirina mafan, xizanî, gendelî, talan û polîtîkayên şer re hewl dide vê civakê bi tenê bihêle.”   NAVNÎŞANA SIYASETA DEMOKRATÎK    Uçar di berdewamiya axaftina xwe de bal kişand ser senaryoyên li dijî HDP’ê û siyaseta demokratîk tên çêkirin û got: “Tenê navnîşanek siyaseta demokratîk heye, ew jî em in. Doza Kobanê ya li dijî HDP’ê dozek tertîpkirî ye. Di nava vê dozê de HUDA PAR jî heye.”    ŞIRÎKATIYA HUDA PAR Û DESTHILATÊ    Uçar bal kişand ser hevkariya HUDA PAR’ê ya li gel Tifaqa Cumhur û got ku Hîzbûllah niha jî ji ber wê hevgirtina bi Tifaqa Cumhur re encamê digire.    KRÎZA ABORÎ   Uçar krîza aborî ya ku zêde dibe jî rexne kir û got: “Krîza aborî ji şerê heyî ku tê birêvebirin qut nîne. Ji ber şer aborî jî têk diçe. Em ê li ber vê krîza aborî jî bêdeng nemînin.”    TÊKOŞÎNA HEVPAR    Uçar destnîşan kir ku faşîzma AKP-MHP’ê dê nikaribe têkoşîn û siyaseta demokratîk têk bibe û xwest her kes li dijî dozên kumpasê û êrişên li ser siyaseta demokratîk berê xwe bide nava têkoşîna hevpar.