Beştaş: Em bi motîvasyona xwe vê îktidara ku dijmintiya jinan dike têk bibin 2023-05-25 10:22:28   ENQERE - Parlamentera Partiya Çepên Kesk a Erziromê Meral Daniş Beştaş bal kişand ser kuştina jinan a di serdema AKP’ê de û got: “Di 28’ê Gulanê de em bi motîvasyonek xurt tifaqa dijminatiya jinan dike têk bibin.”   Di hilbijartina Serokkomariyê û Parlamenteriyê ya 14’ê Gulanê de namzetên serokkomariyê bi ser neketin. Hilbijartina serokkomariyê ji tûra duyemîn re ma. Di 28’ê Gulanê de dê hilbijartina serokkomariyê bê kirin. Di hilbijartinê de yek mijara herî zêde hat nîqaşkirin jî polîtîkayên li dijî jinan bûn. HUDA PAR û Partiya Yenîden Refah ku şirîkên Tifaqa Cumhur in û bi polîtîkaya xwe ya li dijî jinan tên zanîn, dê çend parlamenterên wan di Meclisê de cih bigirin.    Parlamentera Partiya Çepên Kesk a Erziromê Meral Daniş Beştaş polîtîkaya jinan a Tifaqa Cumhur û şirîkên wê nirxand.    ‘EM MOTÎVASYONA TÊKBIRINA ÎKTIDARÊ NÎŞAN BIDIN’    Beştaş anî ziman ku li hemberî wan tifaqek ku dijmintiya jinan dike heye û wiha got: “Ev Tifaqa Cumhur e. Ev tifaq li dijî destkeftiyên jinan, mafê jiyanê û mafê nefeqê ye. Hê jî hêz, biryardarî, têkoşîn, jiyan û destkeftiyên jinan fêm nekirine. Lê em ê fêrî wan bikin. Jin bedelên giran didin. Têkoşînek ezamet dikin û destkeftiyan bi dest dixin. Beyana jinan esas e. Jinan ji bo Qanûna 6284, Peymana Stenbolê, li dijî tacîz, tecawîz, îstîsmarê têkoşiyan û gavek şûnve neavêtin. Wê têkoşîna xwe berfireh jî bikin. Em wek jinan motivasyona me ya herî mezin di 28’ê Gulanê de têkbirina vê tifaqa dijminatiya jinan dike ye.”    ‘EM LI BER VÊ ZÎHNIYETA KUJER RABIN’    Beştaş destnîşan kir ku di dozên îstîsmar û tecawizê de polîtîkaya bêcezahiştinê didome û got: “Berê AKP-MHP bû, niha HUDA PAR û Partiya Yenîden Refahê jî pişta wan girtiye û dixwazin her cûre destkeftiyên jinan ji holê rakin. Zîhniyetek ku rastiya jinan û zarokan qebûl nake ye. Divê hemû jin li ber zîhniyeta Erdogan rabin û têbikoşin. Ji bo çi jin divê raya xwe nedin Tifaqa Cumhur? Çimkî ev tifaq wê hemû mafê jiyanê yê jinan ji holê rake û her cûre polîtîka û gotinên xwe bixe dewrê. Divê jin dengên xwe nedin ji ber ku wan Peymana Stenbolê betal kir. Divê jin dengê xwe nedin wan. Çimkî her roj jin tên kuştin, tundî li wan tê kirin, îstîsmar li wan tê kirin. Divê jin deng nedin wan çimkî bi destê daraz û îktidarê kujer û sûcdar bêceza tên hiştin. Divê kes deng nede wan çimkî jinan wek kesayet nabînin, wek mirovan nabînin.”    ‘EM JI BO ŞANDINA VÊ TIFAQÊ XWE AMADE BIKIN’    Beştaş ban li hemû jinan kir û wiha got: “Fikr û raman, nasname, ziman û partiya we çi dibe bila bibe, werin em li dijî dijminên jinan îradeya xwe deynin holê. Em li dijî djiminên jinan bêdeng nemînin. Em di 28’ê Gulanê de rê nedin van. Em mohra xwe lê bidin û em vê tifaqê bişînin. Me hinek wan sekinand, em di 28’ê Gulanê de jî wan bişînin. Em xwe ji bo 28’ê Gulanê amade bikin.”    MA / Yusra Batihan