DBP’ê bertek nîşanî binçavkirinan da: Dê nekarin bi ser kevin 2023-05-23 15:52:51   AMED - DBP’ê bertek nîşanî binçavkirinên di çarçoveya lêpirsînên navenda wê Mêrsînê de da û wiha got: “Bloka faşîst, dewletê di çarçoveya berjewendiyên xwe de bi kar tîne, bi binçavkirinan dibêje qey dê kurdan bitepisîne. Lê ev hewldan hewldanên vala ne.”    Navenda Giştî ya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) têkildarî binçavkirina endam û rêveberên wan ên di çarçoveya lêpirsîna Serdozgeriya Komarê ya Mêrsînê ku bi hinceta “parvekirinên li ser medyaya dijîtal” hatibû destpêkirin, daxuyaniyeke nivîskî da. DBP’ê diyar kir ku îktîdara AKP-MHP’ê Tirkiyeyê ber bi pêşerojeke tarî ve dibe û wiha got: “Tifaqa Cumhur, tifaqa şer e. Ji ber ku di hilbijartinên 14’ê Gulanê de gelê kurd li cem demokrasiyê cih girt, bloka faşîst ji tirsan nikare razê.”    ‘DÊ NEKARIN BI SER KEVIN’   DBP’ê destnîşan kir ku kesên weke walî, qeymeqam, leşker û hwd. ên di saziyên dewletê de cih digirin, di hilbijartinê de li ser tercîha gelê kurd gefekî mezin in û daxuyanî wiha bi dawî bû: “Bloka faşîst a ku dewletê ji bo berjewendiyên xwe bi kar tîne, dibêje qey dê bi zext û binçavkirinan gelê kurd bitepisîne. Lê dîroka me bi berxwedan û têkoşînê hatiye nivîsandin. Tiştên ku nekarîn di salên 90’î û salên piştre de bi ser bixin, niha dîsa dubare dikin. Lê ev hewldaneke vala ye. Dê nekarin bi ser kevin! Gelê kurd dê destûrê nede vê. Dê di tûra duyemîn a hilbijartinê de li dijî bloka faşîst cih bigire û ji bo van rojên tarî veguherîne rojên ronî jî dê bênavber têbikoşe.”    Di dawiya daxuyaniyê de hat xwestin ku binçavkirî tavilê werin berdan.