Parlamenterên Wanê: 28’ê Gulanê roja dawîlêanîna desthilatdariyê ye 2023-05-23 09:48:09 WAN - Parlamenterên Partiya Çepên Kesk ên Wanê bang li hilbijêrna kirin ku biçin ser sindoqan û diyar kirin ku ew bi biryar in dawî li serpêhatiya 21 salan a AKP’ê bînin û gotin: “28’ê Gulanê roja rizgarkirina Tirkiyeyê ya ji tarîtiyê ye.”    Partiya Çepên Kesk xebatên xwe ji bo hilbijartina Serokkomariyê ya ji tûra duyemîn re ma û dê di 28’ê Gulanê de pêk were, didomîne. Parlamenterên Partiya Çepên Kesk ên Wanê Gulderen Varli û Zulkuf Ûçar bal kişandin ser girîngiya hilbijartina 28’ê Gulanê û ji bo dendayînê û ewlehiya sindoqan bang li xelkê Wanê kirin.    ‘EM DAWÎ LI VÊ ÎKTİDARÊ BÎNIN’    Gulderen Varli diyar kir ku jin bi hemû hêza xwe ji bo hilbijartinên 14’ê Gulanê li qadan bûn û got: “Di 28’ê Gulanê de em ê bi heman hêz û enerjiyê biçin ser sindoqan. Em ê dîsa ji bo hilbijartina serokkomariyê biçin li deriyên xelkê xwe bixin. Di destpêkê de me viya digot; wê gelê me dawî li serpêhatiya 21 salan a AKP’ê bîne. Encamên hilbijartina ewil di miorvan de hinek şikestin çêkir. Em hemû dizanin ku deng hatn dizîkirin û bi rêjeya dengan hat lîstin. Bêwestan û bi heman baweriyê me dîsa ji bo hilbijartinê xebatên xwe da destpêkirin. Em bi biryar in ku dawî li vê serpêhatiya 21 salan a îktidarê bînin. Em jin, ciwan û hemû beşên civakê bi biryar in ku vê îktidarê têk bibin. Em dîsa gazî xelkê xwe dikin, werin em mil bidin milê hev û dawî li vî îktidarê bînin.”    ‘EM TARIYÊ RAKIN, RONAHIYÊ BÎNIN’    Parlamenter Zulkuf Ûçar jî ji bo hilbijartina 28’ê Gulanê wiha axivî: “28’ê Gulanê roja rizgarkirina Tirkiyeyê ya ji vê korîdora tarî ye. 28’ê Gulanê roja li anîna demokrasî, edaletê, hiqûqê ye. Wê ev roj hîmê van xalan bê danîn. Em wek parlamenterên gelê Wanê dixwazin i bo hemû nasîna mafên gelê xwe bixebitin û hemû mafên wan mîsoger bikin. Lewma jî hilbijartina 28’ê Gulanê ji bo guhertinê gelek girîng e. Heke guhertin pêk werin dê bidestxistina hin mafan mimkûn be. Em ji bo guhertinê hemû gelê xwe roja 28’ê Gulanê vedixwînin ser sindoqan.”    MA / Rûken Polat