Li Wanê xebatên tûra duyemîn: Em ê di 28’ê Gulanê de bi ser kevin 2023-05-22 14:07:24 WAN - Nûnerên Partiya Çepên Kesk ku li Wanê dest bi xebatên hilbijartinê kirin ev peyam dan: “Me di 14’ê Gulanê de winda kir lê em ê di 28’ê Gulanê de bi ser kevin.”    Partiya Çepên Kesk têkildarî tûra duyemîn a hilbijartina serokkomariyê ku dê di 28’ê gulanê de bê lidarxistin daxuyanî da û starta xebatan da destpêkirin. Daxuyanî li avahiya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Wanê hate lidarxistin û pankarta “Me di 14’ê Gulanê de winda kir lê em ê di 28’ê Gulanê de bi ser kevin” hate vekirin. Gelek kes tev li daxuyaniyê bûn. Hevberdevka Partiya Çepên Kesk a Awanê Gonul Uzunay, Hevserokê Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) a Wanê Harûn Okay û Parlamenter Gulcan Kaçmaz Sayyîgît axivîn.      ‘ME BI VÎNA GELÊ XWE AVA KIR’   Gonul Uzunay diyar kir ku dê di hilbijartinên 28’ê gulanê de derî bi derî bigerin û rexnedayîna xwe bidin gelê xwe û wiha dom kir: “Em ê dersan bo xwe ji xeletiyên vê pêvajoyê de hatine jiyîn bigirin. Di encamê de jî em ê dest bi gaveke nû bikin. Bêyî ku hincet bên nîşandan dê hemû kêmasî bên tespîtkirin û tiştên pêwîst bên kirin. Li hêla din îktîdara AKP-MHP’ê di pêvajoya hilbijartinê de bênavber êrişî kurdan, jinan, ciwan, bindestan û muxalefeta civakî kir. Hedefa yekemîn a konsepta êriş û zextan jî partiya me bû. Lê me heta niha ev konsept tevek têk birin û têkoşîna xwe biisrar domand. Me rastiya têkoşîna xwe jî bi vîna gelê xwe ava kir. Tevî hemû zext û zilmê jî gelê kurd di siyaseta welat de diyarker e. Siyaseta Rêya Sêyemîn dest bi destpêkeke nû kiriye.”   ‘KARÊ ME YÊ EWILÎ PARASTINA JIYANÊ YE’   Parlamentera Partiya Çepên Kesk Gulcan Kaçmaz jî bi lêv kir ku hejmara parlamenterên xwe yên li Wanê ji 5’an derxistine 6’an lê dîsa jî divê rexnedayîna xwe bidin. Kaçmaz, wiha got: “Hem li Wanê hem jî bi giştî me bi îktîdar qels kir. Pêkanîna hedefa nîhaî jî dê bi têkbirina rejîma yekzilamî ya antîdemokratîk, derhiqûqî û qeyûmperwer bibe. Em di wê baweriyê de ne ku xelkê Wanê di vê hilbijartinê de vîna xwe hîn baştir nîşan bide û em jî dê di vê çarçoveyê de bixebitin.”   BANGA ÇÛNA SER SINDOQAN   Hevserokê DBP’a Wanê Harûn Okay jî wiha bang li gel kir: “Bila her kes biçe ser sindoqê û dengê xwe bide. Gelê me di tûra ewil de bi faşîzmê dê windakirin û banga me ew e ku di tûra duyemîn de hêj xurttir tev li bibin. Gelê me nîşan da ku bihêvî ye û li ser pêya ye. Ji bo vê sekn û vîna gelê xwe li ser sindoqê bêhtir bidin nîşandan em ê di tevahiya hefteyê de bixebitin. Gelê me çawa vîna xwe parastibe em jî dê sindoqan biparêzin. Ji bo pêşîlêgirtina manîpulasyonên AA’yê û diziyan banga me ji bo hemû kesî ew e ku bibin muşahid û sindoqan biparêzin.”