Selma Gurkan bû Seroka Giştî ya EMEP’ê 2023-05-18 13:44:53 NAVENDA NÛÇEYAN - Piştî ku Ercument Akdenîz ji serokatiya EMEP’ê îstîfa kir, Selma Gurkan bû seroka giştî ya EMEP’ê.   Ercument Akdenîz ji serokatiy giştî ya Partiya Kedê (EMEP) û ji endamtiya partiyê îstîfa kiribû. Desteya rêveberiya partiyê duh civiya û biryara serokek nû girt. Rêveberiya EMEP’ê ragihand ku Cîgira Serokê Giştî ya EMEP’ê Selman Gurkan bûye seroka giştî.