MYK’a HDP’ê civiya 2023-05-16 14:41:48 ENQERE - MYK’a HDP’ê bi serokatiya Hevserokên Giştî yên HDP’ê Mîthat Sancar û Pervîn Bûldan civiya.    Desteya Rêveberiya Navendî (MYK) a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) bi serokatiya Hevserokên Giştî Mîthat Sancar û Pervîn Bûldan civiya. Civîn li navenda giştî ya HDP’ê pêk tê û endamên MYK’ê tev li bûn.    Hat zanîn ku dê rojeva civînê encamên hilbijartina hilbijartinên 14’ê Gulanê be û wê li ser hilbijartina serokkomariyê ya ji tûra duyemîn re maye jî nîqaş bên kirin.