Kiliçdaroglû: Îradeya gel bloke nekin 2023-05-15 00:50:06   ENQERE - Namzetê parlamenteriyê Kemal Kiliçdaroglû diyar kir ku li dijî sindoqên dengê wan tê de zêde li ser hev îtîraz tên kirin û wiha got: “Îradeya gel bloke nekin.”    Serokê Giştî yê CHP’ê û namzetên serokkomariyê Kemal Kiliçdaroglû têkildarî hejmartina dengan daxuyanî da. Kiliçdaroglû wiha got: “Li dijî sindoqên ku dengê me tê de zêde ne li ser hev îtîrazan dikin û pergalê bloke dikin. Li Enqereyê 200, li Stenbolê jî li dijî 783 sindoqan îtîraz hatine kirin. Hinek sindoq hene ku 6 caran û ji bo hinekan jî 11 caran îtîraz hatine kirin. Em ê destûrê nedin ku ev kar di carekê de xelas bibe. Bihêlin ku deng bên û encam di zûtirin demê de diyar bibin. Ji îradeya gel netirsin. Banga min ji bo YSK’ê ew e ku li berpirsyartiya xwe rabe. Destûrê nedin ku deng bên mijûlkirin. Îradeya gel bloke nekin. Sindoqan û lijneyên hilbijartinê neterikînin.”