Xelkê Wanê di mitîngê de îradeya xwe beyan dike 2023-05-13 14:08:41   WAN - Partiya Çepên Kesk li Wanê bi beşdariya deh hezaran kes mitîng li dar dixe û gel îradeya xwe beyan dike.    Partiya Çepên Kesk li Qada Beşyolê ya Wanê bi beşdariya deh hezaran kes mitînga fînalê li dar dixe. Xelkê Wanê ji sê deriyan ango başkan ve diherike qada mitîngê. Qad tije bûye û hema bêje cih lê nemaye. Qad bi dengê dirûşmeyên “Bijî Serok Apo”, “Jin jiyan azadî”, “Bijî berxwedana zindanan” olan dide. Gelê Wanê li qadê îradeya xwe beyan dike û ji zextan re dibêje êdî bes e.    DENGÊ DIRÛŞMAN OLAN DIDE    Hatina xelkê a qada mitîngê hê jî didome û li ber deriyên katina qadê îzdîham çêbûye. Xelkê Wanê bi cilên xwe yên herî xweşik û neteweyî li tev li mitîngê bûne û xemla xwe dane qadê. Wan carek din şahidiya yek ji mitîngên herî qelebalix dike. Tê gotin bi ser 100 hezar kesî re tev li mitîngê bûne û dengê dirûşm û daxwazan olan dide. Jin bi cilên xwe yên xweşik li refên pêş ên mitîngê cih digirin û gelek welatî derketine ser banên avahiyan û temaşeyî mitîngê dikin.    DÊ AXAFTIN BÊN KIRIN   Mitîng dê bi rêzgirtina bo cangoriyê têkoşîna azadiyê dest pê bike. Hevseroka Giştî ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) û Namzeta Parlamenteriyê ya Partiya Çepên Kesk a Wanê Pervîn Bûldan, Serokê Giştî yê Partiya Komunist a Kurdistanê (KKP) û Namzetê Parlamenteriyê yê Partiya Çepên Kesk ê Wanê Sînan Çîftyurek, Cîgirê Hevserokên Giştî yên HDP’ê Tayîp Temel, Cîgirê Serokê Giştî yê Partiya Însan û Azadiyê (PÎA) Ahmet Kaya dê mitîngê de biaxivin û wê hunermend Ozlem Baglayan û Alî Jiyan jî derkevin ser dikê.