Li Gundogdûyê bang kirin. Em ê hesabê Denîz Poyrazê bipirsin 2023-05-12 21:08:59       ÎZMÎR – Hevserokê Giştî yê HDP'ê Mîthat Sancar ku di mîtînga Îzmîrê ya Partiya Çepên Kesk de axivî, got: "Em ê hesabê Denîz Poyrazê bipirsin."    Partiya Çepên Kesk, di çarçoveya xebatên hilbijartinên serokkomariyê û hilbijartinên giştî yên 14'ê Gulanê de li Îzmîrê mîtînga fînalê li dar xist. Mîtîng li Qada Gundogdûyê hat lidarxistin. Hevserokê Giştî yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Mîthat Sancar, Hevberdevkê Partiya Çepên Kesk Îbrahîm Akin, Hevserokê Giştî yê Partiya Jinûve Damezrandinê ya Sosyalîst (SYKP) Cavît Ûgûr, Hevseroka Giştî ya Partiya Sosyalîst a Bindestan Ozlem Gumuştaş, Serokê Giştî yê Partiya Kedê (EMEP) Ercumen Akdenîz, Endama Desteya Berdevkan a Partiya Azadiya Civakî (TOP) Julîana Gozen û nûnerê Partiya Azadiyê Abdulrahman Suleyman wekî axivêr tevlî mîtîngê bûn.    Beriya mîtîngê namzetên parlementeriyê yên Partiya Çepên Kesk jî di nav de bi sedan partiyî li ber Karşiyaka ÎZBAN'ê kom bûn û heya Îskeleyê meşiyan. Di meşê de tim dirûşmeyên "Jin, jiyan, azadî", "Em li vir in, em li Çepên Kesk in" û "Em ê bi berxwedanê bi ser bikevin" hatin berzkirin. Girse li vir li vapûrê siwar bû û hat Alsancakê. Girs epaşê Ji Îskeleya Alsancakê bi dirûşmeyan heta Qada Gundogdûyê meşiya.    Bi dehhezaran kes hatin Qada Gundogdûyê. Di mîtîngê de jin û ciwanan govedn gerand û alayên Partiya Çepên Kesk li ba kirin.    Dêya Denîz Poyrazê ku li avahiya HDP'ê ya Îzmîrê hat qetilkirin jî tevlî mîtîngê bû. Girseyê timd irûşmeya "Denîz Poyraz nemir e" berz kir.      Girse beriya bernameya mîtîngê li ber stranên Lawjeyê û hunermend Nûrcan Degîrmenciyê govendgerand. Di dema govendgerandinê de bi hezaran kesî bi yekdengî dirûşmeyên "Bijî Serok Apo" û "Jin, jiyan, azadî" berz kir.    Mîtîng bi deqeyek rêzgirtinê ya ji bo kesên di têkoşîna azadî û demokrasiyê de jiyana xwe ji dest dane dest pê kir. Di dema rêzgirtinê de sirûda Çerxa Şoreşê hat gotin.    'EM Ê WAN DI SINDOQAN DE BIFETISÎNIN'   Endama Desteya Berdevkan a TOP'ê Julîana Gozenê ku di mîtîngê de axivî, destnîşan kir ku ev mîtîngê îlankirina jiyaneke nû ye û got: "Du roj man ku em vê desthilata ku jiyana me kiriye dojeh bavêjin ser sergoyê dîrokê. Em bang li yê qesrê dikin. Em tên, em ê di 14'ê Gulanê de te di sindoqan de bifetisînin. Bila şik û guman bi kesî re çênebin."    Serokê Giştî yê EMEP'ê Ercument Akdenîz jî bilêv kir ku dê di 14'ê Gulanê de desthilata AKP-MHP'ê ji holê bê rakirin û got: "Oxir be ji te re yekzilam." Akdenîz destnîşan kir ku dê her kes xwedî li vîna demokratîk a vî gelî derkeve.    Hevseroka Giştî ya ESP'ê Ozlem Gumuştaşê jî diyar kir ku di 14'ê Gulanê de dê li dijî desthilata AKP-MHP'ê têkoşîna yekbûyî bi ser bikeve û got: "Êdî hatine dawiya rê."    Hevserokê Giştî yê SYKP'ê Cavît Ûgûr jî got ku armanca wan piştî 14'ê Gulanê welatekî ku azadî lê serwer ava bikin û got: “An serkeftin, an serkeftin.”    Başak Demîrtaşê jî anî ziman ku wê silavên Hevserokê Giştî yê HDP'ê yê berê Selahattîn Demîrtaş û Selçûk Mizrakli anîne û got: "Di 14'ê Gulanê de mifte jî û çareserî jî bi we re ye. Hûn ê mohra di dest xwe de ji bo Denîz Poyrazê ku bi awayekî hovane hat qetilkirin bi kar bînin an na?"    ‘ME SOZ DAYE DENÎZ POYRAZÊ'   Hevberdevkê Partiya Çepên Kesk Îbrahîm Akin jî destnîşan kir ku hemû nasnameyên cuda ji bo jiyaneke hevpar di bin banê Partiya Çepên Kesk de hatine cem hev û got: "Em li vir in, em ê bi hev re bi ser bikevin. Em ji bo aştiyê, ji bo demokrasiyê, ji bo biratiyê li vir in." Akin axaftina xwe wiha domand: "Gelê Îzmîrê dibêje, Denîz Poyraz li vir e. Me soz daye Denîz Poyrazê. Hemû Tirkiyeyê dayik, xwişk û bira, hevrêyên me dibêjin me soz daye Denîz Poyrazê. Ji bo guherandina vê desthilatê, soza xwe bi cih tînin. Hindik ma ji 14'ê Gulanê re, hindik ma. Teqez em ê biguherînin. Di vê hilbijartinê de dê wijdan û edalet bi ser bikeve. Dê ev rejîma qesrê biçe."    'EM Ê HESABÊ DENÎZ POYRAZÊ BIPIRSIN'   Hevserokê Giştî yê HDP'ê Mîthat Sancar jî ku got "Em di 14'ê Gulanê de tên û em ê ronahiyê bînin" wiha axivî: "Em bi têkoşîn û berxwedanê hatin van rojan. Em ê bi hev re biguherînin. Çi qas serî li hîle û xurdeyan didin bila bidin, dê tu tişt nikareibe wan xelas bike. Em ê bi hev re biguherînin.   Em ê hesabê Denîz Poyrazê bipirsin. Em ê hesab ji kujerên wê, em ê hesab ji feraseta li pişta kujeran bipirsin. Peywireke Îzmîrê jî ev e. Tarûmarkirina vê tarîtiya kujende û çûna ber bi ronahiyê ve. Em ê bi vê berprisiyariyê, di 14'ê Gulanê de bi awayekî herî xurt vîna xwe di sindoqan de bidin der. Em tên, ji bo dawîlêanîna pergala şerî. Em tên, ji bo avakirina Aştiya Mezin tên."   Sancar di axaftina xwe de bang kir ku her kes ji bo sindoqan wezîfeyê bigire û got: "Sibeha 15'ê Gulanê dê ev ewrên reş belav bibin û wê bihar bê."    Mîtîng bi stranên Lawjeyê bi dawî bû.