Ji Partiya Çepên Kesk banga ‘bibin muşahid’ 2023-05-09 13:23:03   MÛGLA/HATAY – Rêxistinên Partiya Çepên Kesk ên Mûgla û Hatayê ji bo ku li ser sindoqan peywirdar bibin, banga “bibe muşahid” li her kesî kirin. Rêxistinan diyar kirin ku li hinek navçeyan hejmara muşahidan kêm in û bang li gel hate kirin.    Xebatên hilbijartinê yên partiyên siyasî bênavber didomin. Ji bo hilbijartinê demekî kin ma û partiyan lez dan xebatên xwe. Partiya Çepên Kesk jî xebatên xwe yên ji bo ewlehiya hilbijartinê zêde kir. Li bajarê Mûglayê 805 hezar û 527 hilbijêr hene û 2 hezar û 436 sindoq hatine danîn. Hevberdevka Partiya Çepên Kesk ê Bodrumê Nîhat Gençosman ku di Komîsyona Karên Hilbijartinê yên Navendî de peywirdar e, têkildarî ewlehiya hilbijartinan axivî.    LÎSTE HATIN AVAKIRIN   Nîhat Gençosman da zanîn ku temsiliyeta Partiya Çepên Kesk di meclisê de nîne lewma endama lijneya sindoqan a hilbijartinê nîne û ev tişt anî ziman: “Lê dikarin bibin muşahid. 13 navçeyên Mûglayê hene. Lîsteya me ji kesên berê di hilbijartinê de cih girtin û yên nû pêk tê. Me li her navçeyekê Mûglayê parêzer peywirdar kirine. Her wiha xebatên Baroya Mûglayê yên ji bo ewlehiya hilbijartinê hene. Dê hevalên me yên parêzer jî di roja hilbijartinê de bi wan re di nava koordînasyonê de bin. Me di mijara ewlehiya hilbijartinê de li taxan me li gel hevalên parêzer gel agahdar kir. Mînakên daxwaznameyan û agahiyên teknîkî yên din me dan wan. Têkildarî girtina girtekan û radestkirina wan a li Lijneya Hilbijartinê ya Bajar de me ew agahdar kirin.”   BANG LI HER KESÎ KIR   Bi domdarî Gençosman anî ziman ku li gorî hilbijartinên berê, di van hilbijartinan de bêhtir li sindoqan peywirdar bûne û wiha pê de çû: “Lê bi taybet jî me kesek li dibistanên gundan peywirdar nekirine. Her wiha li gelemperiya navçeyên Mîlas, Fethiye, Koycegîz, Dalaman, Menteşe û Ortacayê kêmanî heye. Li navçeyên Datça û Marmarîsê bi qasî ji sedî 90 muşahidên me hene. Divê kesên li ser sindoqan berpirsyar, ji serê sibehê saet 06.30’an ve li cihê xwe bin. Banga min li her kesî ew e ku bên bibin mihahid û ji me re bibin alîkar. Divê hevalên me jê haydar bin ku pêdiviya me bi muşahidan heye. Heke di nava sê çar rojên pêş de serî li rêxistinên me yên navçeyan bidin dê gelek baş bibe.”   BANGA JI BO DEFNE Û ANTAKYAYÊ    Partiya Çepên Kesk li Hatayê jî xebatên hilbijartinê didomîne. Partiyê, li navçeyên Erzîn, Dortyol, Îskenderûn, Payas û Samandagê xebata peywirdarkirina muşahidan temam kir. Lê ji bo navçeyên Defne û Antakyayê hêj jî pêdivî bi muşahidan heye. Li Antakyayê pêdivî bi zêdetirî hezar muşahidan û li Defneyê jî herî kêm pêdivî bi 282 muşahidan heye. Namzetên parlamenteriyê yên Partiya Çepên Kesk bi zimanên kurdî, erebî û tirkî bang li her kesî kirin ku bibin muşahid.    'BIBIN MUŞAHIDÊN PARTIYA ÇEPÊN KESK’   Ji namzetan Kerem Nalbant bi erebî bang kir û wiha got: “Hilbijartin li ser sindoqan tê qezenckirin. Kerem bikin û di hilbijartinên 14’ê Gulanê de bibin muşahidên Partiya Çepên Kesk.’    'XWEDÎ LI DENG Û ÎRADEYA XWE DERKEVIN’   Namzet Ozgur Yaldiz jî bi kurdî bang kir û ev tişt anî ziman: “Ev hilbijartin, dîrokî ne. Ji bo parastina sindoqan, bibin muşahidên Partiya Çepên Kesk. Xwedî li deng û vîna xwe derkevin.”    'DENGDAYÎN BI TENA SERÊ XWE BES NAKE, EM BIBIN MUŞAHID’    Ji namzetan Şîrîn Nûr Vural jî bi tirkî axivî û wiha bang kir: “Di 14’ê Gulanê de dayîna deng bi tena serê xwe bes nake. Divê em xwedî li sindoqan jî derkevin. Banga min li her kesî ew e ku bi dilxwazî bibin muşahid. Em di bin sîwana Partiya Çepên Kesk de bibin yek.”