Li Bazarcixê gel bi Partiya Çepên Kesk re ye 2023-05-07 09:03:29   MEREŞ - Li yek ji navendên erdhejê Bazarcixê mexdûrên erdhejê li benda hilbijartinê ne. Xelkê navçeyê dibêje ku dê di hilbijartinê de hesaba tiştên jiyayîn ji îktîdarê bipirsin û dengên xwe bidin Partiya Çepên Kesk.    Di encama erdhejên navendên wan Mereşê de li 11 bajaran wêraniyeke mezin çêbû. Bi ser erdhejê re 3 meh derbas bûn. Tevî dema derbas bûy û sozên hatine dayîn jî, hêj jî xelkê Bazarcix a Mereşê mexdûr e û pêdiviyên wan nehatine pêşwazîkirin. Mexdûrên erdhejê bi bertek in ku îktîdar banga “hevhelalkirinê” li wan dike û dengan jê dixwaze. Li gel erdhejê, her wiha Şaredarê Bazarcixê yê AKP’î Îbrahîm Yilmazcan li konbajar gotibû; “Heke ji min nebûya gelo ma dê hûn bikariyan di konan de bimînin? Wê demê nemîne.” Van gotinên Yilmazcan, di nava xelkê navçeyê de rê li ber bertekên mezin vekir.    Xelkê Bazarcixê dibêje ku dê di hilbijartinên 14’ê Gulanê de AKP’ê têk bibin û hesabê jê bipirsin.    ‘ÎKTÎDAR NIKARE BIBE ÇARESERÎ’   Ji mexdûrên erdhejê Mavîş Teke got ku bi ser erdhejê re 3 meh derbas bûn lê hêj jî di bin konan de dimînin û wiha domand: “Pêdiviyên me yên bingehîn jî nayên pêşwazîkirin. Pirsgirêk li holê ne. Zarokên min biçûk in. Em nikarin li zarokên xwe binêrin. Em perîşe ne. Vaye havîn hat, kon pir germ in. Êdî kêzik derketine. Çendek roj berê me mar dîtin. Rewşeke giran e. Em ji her alî ve rezîl bûne. Me her tiştekî xwe winda kir. Me heta niha jî tu rayedarên dewletê nedîtine. Ez dixwazim ku konteynerekê bidin min. Îktîdar nikare ji bo pirsgirêkên mexdûrên erdhejê bibe çareserî. Divê teqez guherîn çêbibe.”    BI BAGERÊ RE PIRSGIRÊK ZÊDE BÛN   Mexdûrê erdhejê Şahîn Yaşlak jî da zanîn ku bi bagera piştî erdhejê re pirsgirêkên wan zêdetir bûne û wiha pê de çû: “Rêziltiya berê hêj didome. Di nava 3 mehan de ji bilî konan tu alîkarî nedan me. Heyva Sor xwarinê tîne lê nayên xwarin. Hinek ava germ bi ser kartolan de dikin û didin. Nayên xwarin. Ne tehm tê de heye ne tiştek. Xelk ji neçariya xwe dixwe. Ev çendek roj in em hewl didin di konên xwe de hinek tiştan çêbikin. Hemû kes ji Şaredariya Silopiyayê pir razî ye. Heke ji wan nebûya, xelk dê ji birçan biçûya.”    ‘ŞAREDARIYA SILOPIYAYÊ EM BIRÇÎ NEHIŞTIN’   Bi domdarî Yaşlak gotinên şaredarê AKP’î Yilmazcan bi bîr xist û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Bi van gotinên xwe mexdûrên erdhejê biçûk xist. Îktîdarê xelk terkî qedera xwe kir. Gelo dê kavilên welêt çawa bên rakirin? Ne tenê pirsgirêkeke. Tu goştî li meclisê 5 TL’an dixwî. Hem AKP’î hem jî CHP’î dixwe. Tu niha here ji gel bipirse, kîloya goşt bûye 500 lîre. Gel, bi xema wan nîne. Ev bû 20 sal ku li ser serê me ne. Dema min li dibistana amadehî dixwend ev îktîdar bûn. Lê ez ê dengê xwe dîsa bidim HDP’ê (Partiya Çepên Kesk). Ez li dora xwe dinihêrim. Tenê Şaredariya Silopiyayê heye ku min birçî nahêle.”    ‘YÊN KU ME BIRÊVE DIBIN LI KU NE?’   Alî Kara jî destîşan kir ku bi roj ji ber germê, bi şev jî heya wan ji ber sermayê nayê û ev tişt anî ziman: “Em nizanin dê çi bikin. Em ji bo tişta ji xwedê tê nikarin tiştekî bibêjin. Lê dewleta me, hikûmeta me, yên me birêve dibin li ku ne? Ez vê mereq dikim. Ma divê ileh di roja hilbijartinê de bên? Ma qet pirsa ‘tu pirsgirêkên we hene? Hûn rehet dijîn an na? Hûn çawa dijîn?’ ji me nakin? Ez serê xwe bi ava sar dişom. Dibêjin; ‘Me li vir daşir û serşok danîne.’ Şofbena serşokê xerabe ye. Ez hewl didim bi ava sar serê xwe bişom. Ji xwe bi saetê avê didin.”    ÇIMA PARTIYA ÇEPÊN KESK?   Kara, got ku tekane rê guherandina îktîdarê ye û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Ma nebû 22 sal ku ez vî kesî dibînim? Ez êdî ji dîtina rûyê vî kesî, ji her cureyên derewên wî bêzar bûm. Ev mirov dê têk biçe, yên tên jî dê bi xwe re maf û edaletê bîne. Ez ê di hilbijartina serokkomariyê de dengê xwe bidim Kiliçdaroglû û di ya giştî de jî bidim Partiya Çepên Kesk. Ji ber ku Partiya Çepên Kesk ji xelkê fêm dike û dikare bibe dermanê birînên gel. Êşên me bi me re parve kirin.”    ‘EZ Ê DENGÊ XWE BIDIM KURDAN’   Jina bi navê Hatîce Teke jî got ku di erdhejê de xesareke mezin gihiştiye 8 malên wê û wiha derbirî: “Em ê niha bi ku de biçin? Em li benda alîkariyê ne. Li derdora me mişk û mar hene. Em ê bi ku de biçin? Em dixwazin ku malên me bên çêkirin. Li şûna ku şaredar rewşa me bipirse, ji me re dibêje ji konan derkevin. Ma em ê bi ku de biçin?”    Teke, anî ziman ku ji ber alîkariya bi wan re hatiye kirin dê dengê xwe bide kurdan (Partiya Çepên Kesk).    MA / Rûkiye Adiguzel