Ji bo hilbijêrên derveyî welat 4 roj man: Dengek jî dikare biguherîne 2023-05-06 10:54:21   STENBOL - Koordînasyona Hilbijartina Derveyî Welat a Partiya Çepên Kesk diyar kir dike ji bo Erdogan têk here divê hemû hilbijêrên kurd û elewî biçin ser sindoqan û bang li hilbijêran hat kirin ku roja dawî ya dengdayînê 9’ê gulanê ye.    Dengdayîna li derveyî welat a ji bo hilbijartinên 14’ê Gulanê ya Serokkomarî û Giştî di 27’ê nîsanê de dest pê kiribû. Li derveyî welat 4 hezar û 969 hatine danîn û dê 3 milyon û 286 hezar û 786 hilbijêr li welatên Ewropa dengên xwe bikar bînin. 9’ê gulanê dengdayîn diqede. Li deriyên gumrukê jî dê dengdayîn heta 14’ê Gulanê berdewam bike.    Li gorî daxuyaniya Desteya Hilbijartinê ya Bilind (YSK); li 73 welat û 156 deveran li nûnergehên derveyî welat heta niha milyonek û 300 hezar hilbijêr dengê xwe bikar anîne.   Siyasetmedar Nûrsel Aydogan a ku di Koordînasyona Hilbijartinê ya Derveyî Welat a Partiya Çepên Kesk de cih digire bi bîr xist ku heta niha ji milyonek zêdetir deng hatine bikaranîn û texmîn dike ku wê heta 9’ê gulanê milyonek û 800 hezar deng bên bikaranîn.    HESASIYETA HILBIJARTINÊ    Aydogan anî ziman ku divê welatî li derveyî welat bikaranîna dengên xwe nehêlin roja dawî û got: “Me çaverê kir ku hilbijêrên kurd û elewî ji bo hilbijartinê hesasiyetê nîşan didin. Welatî êdî naxwazin Tayyîp Erdogan Tirkiyeyê bi rê ve bibe, lewma jî berê xwe didin ser sindoqan. Hilbijêrên Ewropayê naxwazin ku fikarek dîsa Erdogan bi ser bikeve bi wan re çêbibe. Ji ber vê yekê jî beşdariya hilbijartinê zêde xuya dike. Di hilbijartina 2018’an de di hilbijartinên li Ewropayê de ji sedî 65 Erdogan bi ser ketibû lê di vê hilbijartinê wê bi wê rêjeyê bi ser nekeve.”   Aydogan da zanîn ku tevî hemû operasyonên li dijî Partiya Çepên Kesk û kurdan tê kirin jî lê dengên Partiya Çepên Kesk zêde dibin.     BANGA LI HILBÊJARAN    Aydogan bang li hilbijêran kir ku tevî her cure êrişên provokatîf jî biçin ser sindoqan û wiha got: “Ji bo rê li ber demokratîkbûna Tirkiyeyê bê vekirin yek deng jî gelekî girîng e. Bi vê boneyê em bang li hemû hilbijêrên xwe dikin ku heta 9’ê gulanê dengê xwe bidin. Dengek pir bi wate ye. Em dibêjin dengek jî dikare biguherîne. Em dixwazin ji bo azadî û demokrasiyê hemû kes dengê xwe bide Çepên Kesk.”     MA / Ergîn Çaglar