Mitînga Partiya Çepên Kesk a Antalyayê sibê ye: Em ê bi hev re biguherînin 2023-05-05 11:31:56   ANTALYA - Namzetên Partiya Çepên Kesk ji bo mitînga ku dê sibê li Antalyayê li dar bixin bang kirin û wiha gotin: “Em ê bi hev re biguherînin.”   Partiya Çepên Kesk di çarçoveya hilbijartinên 14’ê Gulanê de xebatên xwe lezandin. Partiya Çepên Kesk a li gelek bajaran bi mitîngan bi hilbijêran re tê bahev dê di 6’ê Gulanê de Eywana Sporê ya Tûrgût Ozal a li navçeya Kepez a Antalyayê mitîngekê li dar bixe. Hevseroka Giştî ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Pervîn Bûldan wê tev li mitîngê bibe. Di mitîngê de wê Koma Jin MA’yê derkevin ser dikê. Endamên partiyê û namzetên parlamenteriyê yên li bajêr bi awayekî zêde dixebitin, ji bo mitîngê banga tevlibûnê kir.    ‘EM Ê JI HEMÛ PIRSGIRÊKAN RE ÇARESERIYÊ BIGERIN’    Yek ji namzetê parlamenteriyê yê Partiya Çepên Kesk Firat Eren ê diyar kir ku xebatên xwe yên hilbijartinê bi serdanên komeleyên herêmê, saziyên sivîl ên civakî, dikandaran didomînin, anî ziman ku ji mirovên bi wan re hevdîtinê dikin vegereke erênî digirin û wiha got: “Dema em çûn parlamentoyê em ê pirsgirêkên gelên li Antalyayê bikarin nîqaş bikin. Em ê ji hemû pirsgirêkan re çareseriyê bigerin.”   ‘EM Ê BI JIN Û CIWANAN RE VEGUHERÎNIN’    Eren, da zanîn ku li 19 navçeyên Antalyayê li her taxê serdana gel kirine û wiha berdewam kir: “Em hemû gelê xwe vedixwînin mitînga ku dê di 6’ê gulanê de were lidarxistin. Paşeroja me wê piştî 14’ê gulanê bibe mîladek. Piştî 14’ê Gulanê em ê li welatekî ku gel weke xwişk û bira bi hev re lê ne, hişyar bibin. Ciwan êdî berê xwe nadin welatên din, ew ê bibin ciwanên ku di bin zextên aboriyê yên azad ên demokratîk de neyên tepisandin. Em tenê dikarin bi jin û ciwanan re biguherin.”   ‘DIVÊ HERKES 5 DENGAN QEZENC BIKE’     Namzetê Partiya Çepên Kesk ê Antalyayê Selamî Ozyaşar jî wiha got: “Li pêşiya me hilbijartineke gelek girîng heye, li Antalyayê xebatên me bi tempoyeke zêde didomin. Ji bo ku herî kêm 3 wekîlan bişînin Meclisê em bang li gelê xwe dikin ku piştgiriyê bikin. Em dixwazin ku herkes tev li vê mitîngê bibe, em ê li qada mitîngê dengê xwe bi awayekî xurt biqîrin, em ê dawiyê liv an pêkanînên antî demokratîk bînin. Ji bo ku li Tirkiyeyê aştî û aramî pêk were divê em di van hilbijartinan de serbikeivn. Divê herkes bixebite û herî kêm 5 dengan bide qezenckirin. Di pêşiya me de 9 roj man, ji vir banga min heye ku herkes di vê pêvajoyê de berpirsyartiyê bigire ser xwe. Bi taybetî di van rojên dawî de bang li hevalên me yên partiyê dikim ku li dijî provokasyonan baldar bin.”   ‘EM Ê BI TILÎLIYÊN XWE BIÇIN MITÎNGAN’    Endama Meclisa Jinan a Partiya Çepên Kesk a Antalyayê Selma Yavûz jî bang li hemû jinên antalyayî kir ku ji bo hesabê ji desthilata faşîst a AKP’ê û MHP’ê bipirsin tev li mitîngê bibin û wiha got: “Em ji bo tevlibûneke zêde li her derê Antalyayê xebatan dimeşînin. Eleqeyek û hezkirineke zêde heye. Bi taybetî xwedî derketina jinan gelek baş e, ev me zêdetir motîve dike. Em weke jin bawer dikin ku dê vê desthilatê biguherînin. Ez hemû jinên antalyayî vedixwînim mitîngê ku em bi coş û tilîliyên xwe cihê xwe bigirin.”   ‘HERÎ KÊM 3 WEKÎL’   Yek ji namzetan Nerîman Bakir jî da zanîn ku li bendê ne gel tev li mitînga ku dê sibê li dar bixin bibin û wiha got: “Hêvî dikim ku em ê ji Antalyayê 3 wekîlan bişînin û herî zêde bi 100 wekîlan bikevin parlamentoyê. Di xebatên me yên dikandar û bazaran de vegera ji bo me gelek erênî ye. Em ê serbikevin û bi hev re biguherînin.”