Sancar: Ji sekn û berxwedêriya gelê kurd ditirsin 2023-05-04 13:30:43     BEDLÎS - Hevserokê Giştî yê HDP’ê Mîthat Sancar di mitînga Partiya Çepên Kesk a li Bedlîsê de axivî û wiha got: “Ji gelê kurd ê li hemberî zextan serî natewîne, ji sekna wan a birûmet ditirsin.”    Partiya Çepên Kesk bi tevlibûna hezaran kesan li Bedlîsê mitîng li dar xist. Xelkê bajar bi dirûşman hate qada mitîngê ya li navenda bajar û li ber stranan xelekên govendê gerandin. Ji ewil namzetên parlamenteriyê yên Partiya Çepên Kesk ên bajar derketin ser dikê û gel silav kirin. Piştre jî Hevserokê Giştî yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Mîthat Sancar derket ser dikê û axivî.    ‘BEDLÎS AMADE YE KU VÊ ÎKTÎDARA ZILMÊ TÊK BIBE’   Sancar, diyar kir ku xelkê Bedlîsê amade ye ku vê îktîdara zilmê têk bibe û wiha got: “Bedlîs amade ye ku bi Partiya Çepên Kesk nûnerên xwe bişîne meclisê. Em ji bo guherîn, demokrasî, aştî, azadî, edalet û wekheviyê tên. Em ji vir wê silava sekna bibiryar û bihêz a Bedlîsê dişînin temamiya Tirkiyeyê. Em, xebatên xwe yên hilbijartinê bi gel re dimeşînin. Em serfiraz in ku bi pêşengtiya ciwan û jinan dimeşin. Li hemberî tifaqeke xerabiyê heye. Tifaqa AKP-MHP’ê kampanyaya xwe ya hilbijartinê bi rêya zilm, zordestiyê dimeşîne. Her roj operasyonan dikin. Zextê li çapemeniyê dikin. Kedkarên Çapemeniya Azad binçav dikin, digirin. Dibêjin qey dê li vir û her çar aliyên welêt gel bi vê rêbazê bêdeng bikin. Lê xwe dixapînin. Çi bikin jî em li vir in û dengê xwe didin bihîstin. Bila herî zêde jî qesr bibihîse.    OPERASYONA LI DIJÎ ÇAPEMENIYA AZAD   Duh, Roja Azadiya Çapemeniyê ya Cîhanê bû. Îro dîsa li dijî kedkarên çapemeniyê operasyon kirin. Kedkarên Çapemeniya Azad tên girtin, hevalên me yên partiyê digirin û hewl didin kampanyaya me asteng bikin. Çima ewqas operasyonan dikin? Ji ber ku dizanin ku hêz û îradeya guherînê li vir e. Yên ku dê pêşeroja Tirkiyeyê ava bikin, em in. Dê bi piştgiriya we, Partiya Çepên Kesk bike. Ji we ditirsin, ji gelê kurd ê serî li ber zextan natewîne û ji sekna wan a birûmet ditirsin. Dizanin ku hêza dê dawî li vê saltanatê, li van dizî, pergala rizî û polîtîkayên şer bîne em in, têkoşîna bibiryar a gel e. Lewma êrişan dikin lê ev hewldan vala ne. Bi dehan salane bi heman rêbazan êrişan dikin lê me tu carî xwe ji rêya xwe şaş nekir. Hevalên me hatin girtin, operasyonên darbeyê kirin, rêhevalên me weke dîlgirtiyên siyasî di girtîgehê de radigirin lê yek ji me diçe û bi hezaran tên şûna wan.    NEÇARESERKIRINA PIRSGIRÊKA KURD SEDEMA HEBÛNA WAN E    Em ê di 14’ê Gulanê de îktîdara AKP-MHP’ê bişînin sergoya dîrokê. Piştre jî weke hêza ku ev pergal guherandî, em ê li meclisê bi awayekî herî xurt cih bigirin û dê rêya aştî, demokrasî, azadî û edaletê bo vî welatî vekin. Em ê biguherînin. Dê aştî û demokrasî bi me re bê. Îktîdar, ji bo xwe li ser pêyan bigire serî li polîtîkayên şer û dijminatiyê dide. Neçareserkirina pirsgirêka kurd, weke rêya sereya ya domandina hebûna xwe dibînin. Lê em vê jî vala derdixînin. Em ji bo ku pirsgirêka kurd bi rêbazên demokratîk çareser bikin tên. Me ji bo welatekî demokratîk, ji bo çareseriyeke mayînde û ji bo aştiya mezin soz da. Lewma divê em di 14’ê Gulanê de Partiya Çepên Kesk bi awayekî herî xurt bişîne meclisê. Banga me ya ji bo temamiya gelê me ev e; Bedlîs jî dê mînaka vê ya herî delal bide. Banga min ji bo xelkê Bedlîsê ew e ku di vê hilbijartinê de dengê xwe du qet zêdetir bikin û her 3 parlamenteran jî bişînin meclisê.    POLÎTÎKAYÊN ŞER    Sedema bingehîn a xizaniya li welêt, polîtîkayên şer e. Her roj pesnê xwe ji bo razemeniyên bo polîtîkaya şer dikin didin. Namzetê serokkomariyê yê AKP’ê profîlê xwe guherand û sembolên şer bi cih kir. Anku tenê tişta ku hêviya xwe pê ve girê dane polîtîkayên şer e. Yên ku vî welatî wêran dike, yên ku rê li ber mirinan vedike û pariyê nanê me xesp dike, ev polîtîkayên şer in. Neçareserkirina pirsgirêka kurd e. Ji bo bidawîkirina xizaniyê, ji bo kesek nemire divê pirsgirêka kurd teqez bi rêyên demokratîk were çareserkirin.    REWŞA ESNAFÊN DIKANÊN WAN XERA BÛNE    Ev du sal in li vê derê dikanên esnafan hatin xerakirin, hatin îstîmlaqkirin. Gelo ev esnaf ev 2 sal in debara xwe çawa dike, çawa dijî ev yek qet bi xema îktîdarê nîne. Berevajî vê, esnaf terkî xizanî û birçîtiyê kirin. Ev bû 2 sal ku ev kavil li şûna xwe disekinin. Dê esnafên me, gelê me hesaba vê ji îktîdarê bipirse. Xelkê Bedlîsê tûtinê weke çavkaniya debara xwe diçîne. Lê cotkarên tûtinê mexdûr kirin. Gelo dê Bedlîs debara xwe çawa bike, dê pariyê nanê xwe bi dest bixe, ev yek bi xema wan nîne. Tekane tişta bi xema wan, saltanata wan, rant û dizî ye. Li Enqereyê qesrek ava kirin, ev bi têrî wan ekir ku li Stenbolê jî ava kirin, ev jî besî wan nekir ku îcar li Marmarîsê ava kirin. Weke ku ev jî ne besî wan bin, îcar li Xelat a Bedlîsê ava kirin. Ew li qesran dijîn. Yên ku li qesran dijîn nikarin derdên we fêm bikin. Nikarin pirsgirêkên gel çareser bikin. Yên ku bi gel re, di nava gel de siyasetê dikin dikarin pirsgirêkên gel çareser bikin ku ew jî Partiya Çepên Kesk e.    HEWL DIDIN HEWAYÊ TIRSÊ BIAFIRÎNIN   Îktîdara AKP-MHP’ê temamiya derfetên dewletê bi kar tînin û xebatên hilbijartinê wisa didomînin. Pereyê gel li dijî gel bi kar tînin, li wan heram be. Wekî din jî bi derewan dimeşînin. Her roj bi rêya propagandayê derewên xwe li çar aliyên welêt belav dikin û hewl didin hewayekî tirsê ava bikin. Wezîrê karên hundir Soylu 14’ê Gulanê weke roja darbeyê pênase dike. Heke hindik be jî heysiyeta wî hebûya dê ji wezîrtiyê îstîfa bikira. Madem nake, wê demê em ê ji wir bînin xwarê. Em ê hem wî hem jî mezinên wî ji wir bişînin. Dê hesaba sûcên wan jê bipirsin. Dixwazin hewayê tirsê belav bikin û bi rêya tirsê gel bêzar bikin. Lê qet guh nedin van hewldanên wan. Her tiştekî vî welatî dizîn. Bi rêya qeyûman îradeya me xesp kirin. Êdî dema wê hatiye ku em vê polîtîkaya qeyûman bişînin sergoya dîrokê. Dema wê hatiye ku em îradeya gel dîsa bikin îktîdar. Baş dizanin ku dê winda bikin lewma hewl didin tirsê belav bikin. Lê ya ku dê bi wan bide windakirin, sekna mezin û bibiryar a gelê kurd û sekna gelê kurd a bi tifaqên xwe re ye. Me Tifaqa Demokrasî û Azadiyê ya Kurd ava kir. Me tifaqa herî mezin jî bi gel re ava kir. Em bibin yek û destûrê nedin ku tu kes vê yekitiya me xerab bike. Em vê pergalê biguherînin û vê îktîdarê têk bibin.    XIZANIYÊ NABÎNIN   Bajarên herî xizan, bajarên Kurdistanê ne. Li Xelatê qesrê çêdikin. Şert û mercên giran ên xizaniya Bedlîsê nabînin. Sedema vê jî zîhniyeta wan e. Wan, Colemêrg, Şirnex û hemû bajarên kurdan ji hêla aborî ve di rêzên dawî de ne. Bedlîs ji nava 81 bajaran di rêza 76’an de ye. Anku yek ji bajarên ku xizanî herî zêde lê heyî jî Bedlîs e. Gelê kurd vê yekê heq nake û em ê vê biguherînin. Em ê refah ûı wekheviyê bi hev re bînin vî welatî. Xizanî û hejarî qeder nîne. Heke li welatekî beşekê civakê di nava xizaniyeke mezin de be, sedema vê ew e ku beşeke din pir dewlemend e. Ji ber ku hinek kes dest datînin ser çavkaniyên welêt, bi milyonan kes birçî dimînin, xizan dibin. Guherandina vê pergala kedxwar a bêedalet, peywira me ye. Em ê vê pergalê biguherînin, vê pergala talan û şêlandinê, vê pergala rizî ya xwe dispêre ranta şer bi hev re biguherînin.  14’ê Gulanê ji bo guherîna mezin qonaxeke girîng e. Em ê bi dengên xwe, bi biryardariya we dê rêya ronahiyê vekin. Em ê di 14’ê Gulanê de dawî li tarîtiyê bînin û çiraya gelan vêxin.”    Piştî axaftina Sancar, hunermend derketin ser dikê û stranên xwe pêşkeş kirin. Gel li ber stranan xelekên govendê gerandin û mitîng bi dawî bû.