Li Kurdistan û Tirkiyeyê coşa Partiya Çepên Kesk: Em ê vê pergalê bi hev re biguherînin 2023-05-02 16:46:51   NAVENDA NÛÇEYAN - Xebatên hilbijartinên 14'ê Gulanê yên Partiya Çepên Kesk ên li bajarên Kurdistan û Tirkiyeyê bênavber didomin. Di xebatên hilbijartinê de hat gotin ku dê dawî li îktîdara AKP-MHP'ê bînin û pergalê bi hev re biguherînin.    Li bajarokê Deştadarê yê girêdayî navçeya Hezex a Şirnexê Partiya Çepên Kesk şahî li dar xist. Namzeta Partiya Çepên Kesk a Şirnexê Ayşegul Dogan, Hevserokên HDP’ê yên Şirnexê Sabuha Akdag û Abdullah Gungen, Rêxistinên HDP’ê û Partiya Çepên Kesk ên Hezexê tev li şahiyê bûn.    Di şahiya ku jinan pêşengtiya wê kir de, jin bi kincên xwe yên herêmî tev li bûn. Şahî bi deqîqeyek rêzgirtinê destpê kir.   Pişt re Hevserokê HDP’ê yê Şirnexê Abdullah Gungen axivî. Gungen, bal kişand ser operasyonên ku hatine destpêkirin û got ku ew ê li dijî her êrîşekî têbikoşin.   ‘PÊDIVÎ BI DESTPÊKEKÊ HEYE’   Dû re namzeta Partiya Çepên Kesk a Şirnexê Ayşegul Dogan axivî. Dogan, giringiya hilbijartinê destnîşan kir û wiha axivî: “14’ê Gulanê ji bo me girîng e. Divê ku em tifaqa xwe ava bikin. Divê ku em her 4 namzetên xwe bişînin Enqereyê. Gelo hûn ji vê re amade ne? Em dibêjin ku em ê rêyeke nû vekin. Em ê vê pergalê bi hev re biguherînin. Em dibêjin qedera me kurdan ne tenê çiya û binê axê ye ne wisa? Em dibêjin mafê me jî li ser vê erdnigariyê heye, keda me jî li ser vê axê heye. Em dibêjin em kurd in şer naxwazin aşitiyê dixwazin. Em dibêjin em aligirên çêkirinê ne. Em dibêjin em mafê xwe dixwazin, nasnameya xwe dixwazin. Ji bo vê jî pêwistî bi guhertinê heye. Ji bo vê jî divê em bi tifaqeke xurt biçin ser sindoqan û bersiva pêwîst bidin.”   Piştî axaftinan şahî bi gerandina govendê bi dawî bû.    ÎDIR    Li Îdirê xebatên hilbijartinê yên Partiya Çepên Kesk bi hemû lez û beza xwe berdewam dike. Namzetên parlamenteriyê yên Partiya Çepên Kesk ên Îdirê Aysel Aras û Yilmaz Hun di çarçoveya xebatên hilbijartinê de serdana Herêma Pîşesaziyê ya Organîzeyê kirin. Namzetan karker silav kirin û cejna wan ya 1’ê Gulanê Roja Kedkar û Karkerên Cîhanê pîroz kirin. Namzet, bi dilgermî hatin pêşwazîkirin û karkeran kêfxweşiya xwe ya pîrozkirina cejnê anîn ziman. Endam û rêveberên Partiya Çepên Kesk, Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) û akîtîvîstên Tevgera Jinên Azad (TJA) li namzetan di serdanê de cih girtin.    ÎZMÎR   Xebatên hilbijartinê yên Partiya Çepên Kesk ên li Herêma Egeyê bênavber didomin. Namzetê parlamenteriyê yê Partiya Çepên Kesk ê Îzmîrê Abdulmecît Yildirim li navçeya Narlidere ya Îzmîrê çû serdana esnafan. Yildirim, di serdanê de bal kişand ser girîngiya hilbijartinan û da zanîn ku dê di van hilbijartinan de îktîdarê têk bibin û azadî û aştiyê bînin welet. Yildirim û endamên partiyê rastî eleqeyeke mezin a esnafan hatin. Welatiyan jî di serdanê de nerazîbûnên xwe yên li hemberî polîtîkayên aboriyê yên îktîdarê anîn ziman.    Li navçeya Konakê jî endam û rêveberên partiyê serdanên xwe yên esnafan didomînin. Di çarçoveya xebatan de partiyiyan li Sûka Înşaetvan û Xurekan belavok belav kirin.    MANÎSA   Rêxistina Partiya Çepên Kesk a Manîsayê jî li navçeya Ahmetliyê bûroya hilbijartinê vekir. Namzetên parlamenteriyê yên Partiya Çepên Kesk ên Manîsayê Habîb Eksîk, Vezan Karabûlût, Kerem Taylan, Ayşe Gul, Zubeyde Tarlabolen, rêveberiyên Partiya Çepên Kesk ên Ahmetliyê û rêveberên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ên navçeyê tev li vekirina bûroya hilbijartinê bûn. Eleqeyeke mezin a welatiyan bo vekirina bûroya hilbijartinê hebû. Di vekirina bûroyê de welatiyan xelekên govendê gerandin. Bûro, ji hêla namzetên parlamenteriyê û jinan ve bi çepikan hate vekirin.    Namzetê parlamenteriyê Habîb Eksîk di vekirina bûroya hilbijartinê de axivî û wiha got: “Divê em dengên xwe yên li Ahmetliyê du qet zêdetir bikin. Dê hemû gel bi hev re têbikoşin û Partiya Çepên Kesk bi awayekî herî xurt bişînin meclisê, teşe bidin pêşeroja xwe û faşîzmê bi dawî bikin. Ya ku dê bêkariyê û xizaniyê bi dawî bike û pêkvejiyanê cîbicî bike jî Partiya Çepên Kesk e. Me ji gelê xwe re got ku dê dê siyaseta cihêkariyê qebûl nekin. Weke partiyê me Rêya 3’yemîn ava kir. Em bi Tifaqa Ked û Azadiyê dikevin hilbijartinê. Ji bo bidawîkirina bêhiqûqiyan em ê destê xwe deynin bin kevir. 14’ê Gulanê dê bibe cejna me. Em ê li her devera Tirkiyeyê govenda serkeftinê bigerînin.”    MÊRSÎN   Siyasetmedarê kurd di çarçoveya xebatên hilbijartinê de çû serdana Rêxistina Partiya Çepên Kesk a Mêrsînê. Turk, ji hêla namzeta parlamenteriyê ya Partiya Çepên Kesk a Mêrsînê Hamdiye Kirici, Hevserokê HDP’a Mêrsînê Hoşyar Sariyildiz û rêveberên naçveyê ve hate pêşwazîkirin.    Di serdanê de têkildarî hilbijartinên 14’ê Gulanê nirxandin hatin kirin. Turk, bal kişand ser girîngiya hilbijartinên pêş û hêviya serkeftinê kir.