HDP’ê li Rihayê starta hilbijartinê da: Em ê vê desthilatdariye bişînin 2023-03-12 17:08:07     RIHA - Parlamenterê HDP ‘ê yê Êlihê Necdet Îpekyuz di civîna partiya xwe ya starta hilbijartinê de axivî û diyar kir ku ew ê di hilbijartinan de desthilatê bişînin û got: “Em ê bi têkoşîna xwe ya bi rûmet vê desthilatdariye bişînin.”     Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), starta hilbijartina 14’ê Gulanê li Rihayê, bi civîna ewlehiya hilbijartine da. Civîn li Eywana Konferansê ya Tahîr Elçî ya Baroya Rihayê hat lidarxistin. Di civînê de pankarta “Em xwe bi rêxistin dikin û ber bi pêşerojê ve dimeşin”, “Amedspor gel e” û flamayên HDP hatin daliqandin. Her wiha ji bo kesen ku di erdhejê de jiyana xwe ji dest dan, li sahneye pankarta reş ku logoya HDP’ê li ser bû hat daliqandin.     Endam û rêveberên Partiya Heremên Demokratîk (DBP),  atkîvîstên Tevgera Jinên Azad (TJA), Parlamenterê HDP’ê yê Êlihê Necdet Îpekyuz, Parlamenterê HDP’ê yê Rihayê Nusrettîn Maçîn û rêveberên tev li civînê bûn. Civînê bi rêzgirtinê det pê kir.    Hevseroka HDP’a Rihayê Aliye Kizildamar ewilî axivî û da zanîn ku ew ê di 14'ê Gulanê de bi hev re serdemeke nû bidin destpêkirin û got: "Em ê li vî welatî rê li ber siyaseta demokratîk vekin, em ê rê li ber pêvajoyeke nû vekin ku di çarçoveya demokratîk de bersivê dide pirsgirêkên civakî. Ji ber vê yekê a girîng ev ê ku em ewlehiya sondikan bigrin. Em vê yekê dizanin û bi vê berpirsyariyê tevdigerin. Ewlekariya sindoqan ji bo ku encamên sindoqan di berjewendiya civaka me de cih bigirin girîngiyek jiyanî ye. Ji ber vê yekê berpirsyarî û erkeke me ya mezin heye. Em di wê baweriyê de ne ku di 14’ê Gulanê de em ê bi hev re li ser bingehek wekhev û jiyaneke azad ava bikin.”   ‘EM Ê JIYANA NÛ AVA BIKIN’   Piştre jî Parlamenter Nusrettîn Maçîn axivî û diyar kir ku desthilat berpirsê kesên di erdhejê de jiyana xwe ji dest dane ye û wiha got: "Heke dewletê ji roja destpêkê ve mudaxile bikira, ewqas kesan jiyana xwe ji dest nedidan. Gelek kesên ji erdhejê rizgar bûne ku me li herêma erdhejê pê re axivîn jî ev pirsgirêk anîn ziman. Gelek mexdûrên erdhejê ji ber sermaye jiyana xwe ji dest dan. Divê weke ku di erdhejê de jî derket holê tu hêviyên me ji vê dewletê nebin. Em rêxistina xwe ne tenê ji aliye siyasî ve ji hemû aliyên jiyanê ve xurt bikin û bi rêxistina xwe ya xurt jiyana nû em ava bikin. Him herêmên erdhejê bazirganiye dikin him jî alikariyên partiya me jî di nav de sazî û dezgeyan asteng dikin. Ji bo em bikarin vê desthilata bê wicdan û ehlaq bişînin pewîste em hemû sindoqan biparêzin.”   ‘TECRÎDÊ BERFIREH KIRIN’   Parlamenter Necdet Îpekyuz bal kişand ser biryara Rewşa Awarte ya piştî erdhejê û astengkirina malperên medyaya sanal û got ku tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ku 24 sal in li girtîgeha Îmraliyê berdewam dike ew sepanên tecrîdê bi erdhejê re hat berfirehkirin. Îpekyuz di berdewamiya axaftina xwe de wiha got: “Dema em dibêjin tecrîd, dema ku em dibêjin sîstematîk, em  ne tenê  qala tecrîda li ser birêz Ocalan dikin di her aliyê jiyanê de em qala tecrîde dikin. Niha jî ev pêkanînên tecrîdê berfireh kirine. Yekem tiştê ku wan piştî karesata erdhejê kir astengkirina gihîştina malperên medyaya sanal bû. Piştre jî rewşa awarte ragihandin. Em ji vê desthilatê re dibêjin ku çîrokan nebêjin, hûn 48 saetan tune bûn. Mirov bi mirinê re rûbirû hatin hiştn. Îktidarê alîkariya partiya me asteng û desteser kir.”    ‘DEM DEMA HDP’Ê YE’   Îpekyuz di berdewama axaftina xwe de destnîşan kir ku desthilat ji herêma erdhejê re li ber koçberiyê vedike ku demografiye biguherinê û li dijî vê yekê ew dê xwedî li mexdûrên erdhejê derkevin û jiyanê ji nû ve ava bikin. Îpekyuz bal kişand ser hilbijartinê û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Em ji vê dîktatoriya hov, faşîst û otokratîk re dibêjin na. Ne tifaqa resturator û ne jî statokîst, em di Rêya Sêyemîn de bi israr in. Em di aştî û azadiyê de israr dikin. Desthilata ku pirsgirêka kurd çareser neke, nikare desthilata xwe dem dirêj bike û pirsgirêkên heyî yên vî welatî çareser bike. Îro pirsgirêka kurd ne tenê ji bo gelê kurd ji bo hemû gelên ku li vî welatî dijîn dibe sedema xizaniyê. Bila li vîn û baweriya vê salonê binêrin, em bi têkoşîna bi rûmet vê desthilatê bişînin. Heke em jiyanekê azad dixwazin û dixwazin şer û tecrîd bi dawî bibe wê deme em ê bêjin dem dema HDP’ê ye.”   Piştî axaftinan civîn ji çapemeniye re girtî dewam kir.