Temel: Divê Maseya Şeşan çûyîn û vegerê ji xelkê re rave bike 2023-03-07 16:41:43   ENQERE - Cîgirê Hevserokên Giştî yên HDP’ê Tayîp Temel diyar kir ku veqetîn û vegera Meral Akşener nepenî ye û got: “Divê Tifaqa Milet sedema rasteqîn a çûyîn û vegerê ji civakê re rave bike.”    Tifaqa Milet piştî nelihevkirina li ser namzetiya serokkomariyê hevdîtinan zêde kirin û piştî hevdîtin ango civîna duh ku gelek dirêj dom kir, Serokê Giştî yê CHP’ê Kemal Kiliçdaroglû wek namzetê Tifaqa Milet hat ragihandin.    Her çiqas namzetê Tifaqa Milet hat daxuyandin jî lê Seroka Giştî ya Partiya ÎYÎ Meral Akşener ji namzetiya Kiliçdaroglû ne razî ye û ev yek nerazîbûn kulîsên Enqereyê bi liv û tevger kiriye û hevsengiya siyaseta Tirkiyeyê guherand.    Tê gotin ku wê hilbijartin di 14’ê gulanê de bê lidarxistin. Namzetê Tifaqa Cumhur jî Serokê Giştî yê AKP’ê Tayyîp Erdogan e. Piştî eşkerekirina namzetiya Kiliçdaroglû, niha jî awir zivirîne ser Tifaqa Ked û Azadiyê ku wê qedera hilbijartinê diyar bike.    Serkêşiya Tifaqa Ked û Azadiyê, Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) dike. Cîgirê Hevserokên Giştî yên HDP’ê Tayîp Temel krîza ku Meral Akşener di nav Tifaqa Milet de çekir, nirxand. Temel diyar kir ku veqetîn û vegera Akşener daxwaza gel a demokrasiye dorpêç kiriye. Temel têkildarî ku wê Tifaqa wan namzet derxe an jî na Belgeya Helwestê ya HDP’ê di 27’ê Îlona 2021’an de eşkere kiribû bi bîr xist û destnîşan kir ku divê ne nav divê rêgez bên nîqaşkirin.   ‘ÇÛYÎN Û VEGER NEPENÎ YE’    Temel têkildarî krîza ku Akşener di nav Tifaqa Milet de derxist de jî wiha got: “Ya ku çûyîn û vegera wê nepenî ye, wê birêvebirina wê ya welat jî wê veşarî ye û got: “Hêzên tarî ku peşkê li îradeya guhertina civakê dixin dixwazin daxwaza demorkasiyê ya gel desteser û dorpêç bikin.”   ‘ÎRADEYA GUHERTINÊ RÊYA SÊYEMÎN E’    Temel anî ziman ku belgeyên ku salekê dihatin nîqaşkirin, piştî ku Akşener ji maseyê derket di saetekê de bêwate bû û wiha got: “Perspektîfa zihniyeteke bi vî rengî ya ku welat bi rê ve dibe, baweriyê xera dike û gumanan çêdike. Em ji vê re ne dibêjin înkar û ne jî dibêjin restorasyon. Çareserî îradeya gelan a guhertina radîkal a demokratîk e ango siyaseta Rêya Sêyemîn e. Rêgezên me ya Belgeya Helwestê jî berpirsiyariya ji bo gelan e. Em dibêjin ne li ser nava, em li ser rêgezên nîqaş bikin. Lê belê Maseya Şeş partiyan berovajî vê daxwaza me tevger dike. Tiştên ku li ser maseya wan qewimî ji gel re nehat eşkerekirin. Her wiha em vê jî dibêjin bêyî HDP ne mimkin e demokratîkbûn pêk were. Çi dikin bila bikin, em ê her tiştî diyar bikin.”    MA / Ozgur Paksoy