Şertê Akşener: Bila Îmamoglû û Yavaş bibin cîgirên serokkomar 2023-03-06 15:26:06 ENQERE - Hat ragihandin ku Seroka Giştî ya Partiya Îyî Meral Akşenerê ji bo vegera li Maseya Şeşling, şert daniye ku Ekrem Îmamoglû û Mansur Yavaş bibin cîgirên serokkomar.    Seroka Giştî ya Partiya Îyî Meral Akşener, ji ber nelihevkirina ser namzetiya serokkomariyê, Maseya Şeşling terikandibû. Hat ragihandin ku Akşener ji bo dîsa vegere maseyê, şert danîne. Akşener ragihand ku dixwaze Şaredarê Bajarê Mezin ê Stenbolê Ekrem Îmamoglû û Şaredarê Bajarê Mezin ê Enqereyê Mansur Yavaş bibin cîgirên serokkomar. Îmamoglû û Yavaş bi van daxwazan berê xwe dan Navenda Giştî ya Partiya Saadetê ku civîna Tifaqa Milet niha lê didome.    Tê gotin ku ev daxwaz dê ji hêla Tifaqa Milet ve bê qebûlkirin. Tê payîn ku Serokê Giştî yê CHP’ê Kemal Kiliçdaroglû weke namzetê serokkomariyê û Îmamoglû û Yavaş jî weke cîgirên wî bên ragihandin.