Ji HDP’ê vîdeoya ‘Di erdhejê de mehek’: Hûn dê hesabê bidin 2023-03-06 11:34:11   ENQERE - HDP’ê vîdeoyeke ku ji daxuyaniyên îktîdarê yên di nava mehekê de ji bo erdhejê kirine pêk tê parve kir û wiha got: “Hûn dê hesabê bidin.”    Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), têkildarî erdhejên navenda wan Mereşê de vîdeoyek amade kir. Di vîdeoyê de cih da tiştên di nava vê meha ewil a erdhejê de qewimîn. Vîdeo bi vê nîşeyê hate parvekirin: “#1meh derbas bû, me nekarî windahiyên xwe hejmêrin, nekarî bo wan kifin peyda bikin. Em ê ne rê bidin înkarkirina êşan û ne jî hewldanên faşîstane. Lê hûn dê hesabê bidin!” Di vîdeoyê de cih dan heqaretên Serokkomarê AKP’î Tayyîp Erdogan ên ji ber berteka “Dewlet tune ye” li gel û siyasetmedaran kiribûn û lixwemikûrhatinên wî yên li Semsûrê. Her wiha heqaretên Serokê Giştî yê MHP’ê Devlet Bahçelî yên li mexdûrên erdhejê kiribûn û pratîkên AFAD’ê yên piştî erdhejê ku bi firotina konan bûne rojev jî di vîdeoyê de cih girtin.    HDP’ê di vîdeoyê de cih da dirûşma “Hikûmet îstîfa” ya li trîbûnan olan dide jî û ev peyam da: “#1meh derbas bû, DÎROK HÊJTA 6’Ê SIBATÊ YE EM Ê HESABÊ BIPIRSIN.”    #1ay geçti, kayıplarımızı sayamadık, yitirdiklerimize kefen bulamadık. Ne acıların inkarına ne de faşist hezeyanlara izin vereceğiz. Ama siz hesap vereceksiniz! pic.twitter.com/azCNgI0ao5 — HDP (@HDPgenelmerkezi) March 6, 2023