Sancar li Meletiyê ye: Her kavilek cihê sûc e 2023-02-14 14:40:34   MELETÎ - Hevserokê Giştî yê HDP’ê Mîthat Sancar ku li Meletiyê serdana mexdûrên erdhejê kir da zanîn ku her kavilek cihê sûc e û wiha got: “Divê em bi hev re bikevin nav hewldanan ku berpirsyarên vê hilweşandinê bînin noxteya hesab pirsînê.”   Hevserokê Giştî yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Mîthat Sancar, serdana Meletiya ku ji ber erdhejê hilweşiya kir. Sancar ê li herêma kavilan a li bajêr lêkolîn kir mexdûrên erdhejê guhdar kirin û bi welatiyên di konan de dimînin re sohbet kir.    ‘JI BO DÎTINA RASTIYAN DIVÊ MIROV LI QADÊ BE’    Sancar, piştî lêkolînê bi Navenda Krîzê ku parlamenterên partiya wî û rêveberên rêxistinên sivîl ên civakî di nav de cih digirin re li herêma kavilan axivî. Sancar, bal kişand ser asta hilweşînê û anî ziman ku encamên erdhejê siyasî ne. Sancar, anî ziman ku daxuyaniyên desthilatê ku erdhej ji afeta xwezayî pêk tê rast nînin û wiha got: “Ji bo ku mirov rastiyan bibînin divê bê cihê ku mirov lê dijîn, bi wan re biaxive û rast e rast li qadê be. Em jî liv ir in û bi çavên xwe dibînin.” Sancar, bi lêv kir ku Serokkomarê AKP’î Tayîp Erdogan û rayedarên desthilatê di pêvajoya erdhejê de gef xwarin û heqaret kirin.    ‘VÎNA GEL WÊ HILWEŞÎNÊ BIDE RAWESTANDIN’    Sancar, da zanîn ku li herêmên erdhejê bi piştevaniya gel birîn hatine pêçandin û wiha berdewam kir: “Xebatên ku li vir tên kirin wê ji me hemûyan re bibe mînak. Li hin derên din jî heman piştevanî didome. Tişta ku polîtîkayên hilweşînê yên desthilatê bide sekinandin hêza me bi xwe ye, vîna gel e. Ji bo kêmkirina eşan ji bilî piştevaniyê tu rê nînin.    ‘EM Ê TEQEZ HESABÊ HILWEŞÎNÊ BIPIRSIN’   Sancar, destnîşan kir ku partiya wan bi hemû kadroyên xwe li qada erdhejê ye û ev tişt gotin: “Gelek hevalên me ji ro ja ewil ve tişta ji deste wan tê dikin, lê em vê yekê bi tena serê xwe nakin. Gelek dixwaz, saziyên demokratîk, rêxistinên pîşeyî, rêxistinên kedê û gelek mirov hene. Em ê bi hev re hêza xwe bikin yek û van birînan teqez bipêçin û hesabê vê hilweşînê bipirsin.    PAQIJKIRNA KAVILAN A BILEZ Û BEZ   Her kavilek di heman demê de cihê sûc e. Paqijkirina kavilan a bilez û bez encameke giran a weke reşkirina delîlan jî derdixîne holê. Ew delîl ji bo perpirsyariya kesan, mutehitan, hemû berpirsyaran û desthilatê derxîne holê gelek girîng in. Yeke ya me ya hiqûqê bi rêxistinên ked û pîşeyî, baro û saziyên hiqûqê di vê mijarê de xebatan dimeşînin. Dive em zêdetir bi koordîne bibin û reşkirina delîlan asteng bikin. Divê em bi hev re bikevin nav hewldanan ku berpirsyarên vê hilweşandinê bînin noxteya hesab pirsînê.   ALÎKARIYA TORÊN PIŞTEVANIYÊ    Hêj jî dewletê tu alîkarî negihandine vir. Alîkariyên hatine vir ew in ku yên torên piştevaniyê gihandine. Ev ruhê hevgirtinê ye ku wê me zindî bihêle û bike ku em siberojê xweşiktir ava bikin. Em hemû bi hev re mil bidin hev, êşan kêm bikin, birînan bipêçin û bi hev re ji bo avakirina pêşerojê weke dinyayeke ku ev wêranî pêk neyên bixebitin. Gumana me ji vê yekê nîne. Ev ruh wê vî welatî ber bi ronahiyê ve bibe.”