Kiliçdaroglû: Ji hilbijartinê direvin, divê demildest dîrok bê diyarkirin 2023-02-14 10:12:58   NAVENDA NÛÇEYAN - Serokê Giştî yê CHP’ê Kemal Kiliçdaroglû diyar kir ku hilbijartin tenê di şertên şer de dikare were taloqkirin û got îktidar ji hilbijartinê direve û xwest demildest dîroka hilbijartinê bê diyarkirin.    Bi erdhejê re nîqaşa dê hilbijartin taloqî dîrokek pêş bê kirin an na ket rojevê. Daxuyaniya ewil rayedarek AKP’ê di 9’ê sibatê de eşkere kir ku ew ê li geşedanan binêrin lê lidarxistina hilbijartinê ya di 14’ê gulanê de zehmet xuya dike.    Ji damezrînerên AKP’ê Bulent Arinç duh li ser hesabê xwe Twitterê daxuyanî da û xwest hilbijartin were taloqkirin û di mijdara 2023’yan de pêk were.    Serokê Giştî yê CHP’ê Kemal Kiliçdaroglû têkildarî nîqaşa taloqkirina hilbijartinê û daxuyaniyên Bulent Arinç ji rojnamevan Mûrat Yetkîn re axivî. Kiliçdaroglû hilbijartin tenê dikare di şert û mercên şer de were taloqkirin û Qanûna Bingehîn div ê mijarê de vekirî ye û ji kesî re normê hiqûqa taybet pêk nayîne.    ‘DIXWAZIN JI HILBIJARTINÊ BIREVIN’    Kiliçdaroglû anî ziman ku di bin daxwazên taloqkirina hilbijartinê de îradeyek ku dixwaze ji hilbijartinê bireve heye û got: “Dixwazin vê îradeya xwe bi ser YSK’ê re bixin meriyetê yanî li ji bo berjewendiyên xwe biryara hiqûqa taybet bidin girtin. Daxuyaniya birêz Arinç jî viya dide nîşandan. Ez dubare dibêjim, nabe ku ji bo kesekî û kesan norma hiqûqê ya xweser were pêkanîn. Dixwazin bil adi 14’ê gulanê de an jî dixwazin bila hilbijartin di dîroka xwe ya normal di 18’ê hezîranê de pêk were, lê divê demildest dîroka hilbijartinê diyar bikin. Îktidar dixwaze ji hilbijartinê bireve. Lê reva ji hilbijartinê sûdê li tu kesî nake. Lê wê zirarê li hemû welat bike.”