Buldan: Çiller çawa çû Erdogan jî dê wisa bide dû 2018-04-03 14:42:15   ENQERE – Hevseroka Giştî Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Pervîn Buldan, di koma HDP'ê ya Meclîsê de bal kişand ser tecrîda li ser Ocalan tê meşandin, polîtîkayên Erdogan, helwesta medya, tayînkirina qeyûma li ser çapemeniya kurd û geşedanên dawî. Buldan, anî ziman ku herî dawî di 5'ê Nîsanê de bi Ocalan re hevditin pêk anîn û ev ji bo Tirkiye asta şikandinê ye. Buldan, bertek nîşanî lixwekirina cilên leşkerî ya Erdogan da û wiah got: "Çiller jî berê cilên leşkerî li xwe kiribû. Lê niha êdî navê wê jî li holê tune ye. Çawa Çiller çû Erdogan jî dê bide dû.    Hevseroka Giştî ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Pervîn Buldan, di civîna Koma xwe (HDP) ya Meclîsê de bal kişand ser geşedanên dawî. Di civînê de Yekîneyên taxê yên Stenbol, Enqere, Eskişehîr û Kocaeliyê amade bûn. Dûsa Nûnerên Tarim Orkam-Sen, Tevgerê Ekolojî û Dijberên Santralên Nukleerê  û endamên partiyê amade bûn. Buldan, ewil beşdarên civînê û rêxistinên derdorê slav kir û anî ziman ku yên derdorê bikin qada çopa nukleerê ew dê destûr nedin wan. Buldan, dayika Polen Unlu yê li Pirsûsê hat qetilkirin Şennur Unlu jî bibîr anî û sersaxî ji malbatê xwest.    Buldan, di serî de li ser rewşa Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û agahiyên der barê wî de axivî. Buldan anî ziman ku herî dawî heyeta Îmraliyê ku ew jî di navde bûn di 5'ê Nîsana 2015'an de pêk hatiye û wiha got: "Birêz Ocalan di hevdîtina dawî de gotibû 'Xuya dike ku ev hevdîtina dawî ye. Ji ber ku muxabên me qet gavan navêje, Ji bo çareseriya pirsgirêkê qet tiştekî nakin. Ji ber vê yekê 5'ê nîsanê dîrokek pir girîng e. Dîroka şikandina Tirkiye ye. Ji bo pêşeroja siyaseta Tirkiye 5'ê Nîsana 2015'an diyarker e. Ji 5'ê Nîsanê heta niha wekî endama heyetê min qet tu agahî ji Birêz Ocalan negirtiye. Ez û Birêz Sirri Sureyya Onder me li Îmraliyê birêz Ocalan ziyaret kir. Ez dixwazin bi taybetî balê bikişînim ser gotinên Birêz Ocalan a wê rojê. Ev rewşa Tirkiye ya îro pir baş pênase dike. 5 Nisanê dê di diroka Tirkiye de pêvajoya çareseriya demokratîk bida destpêkirin. Dîsa ji bo çareseriya pirsgirêka kurd jî pir girîng bû.    Birêz Ocalan wekî her carê wê demê jî dîsa got: "Ger ku ev pirsgirêk li vir li ser vê masê neyê çareserkirin, dê welat vegere krîzê. Welat dê têkeve nava kaosê. Birêz Ocalan wê demê wiha gotibû: ‘Dibe ku ev hatina we ya dawî be. Ji ber ku xuya dibe ku muxatabê me di çareseriyê de gavan navêjin û di ya xwe de israr dikin.' Birêz Ocalan wê demê xwest bi taybetî çavê sêyemîn biçe Îmraliyê û hevdîtinê pêk bîne. Herî dawî di 28'ê Sibata 2015'an de di mutabakata Dolmabahçeye de xwest heyeta çavdêr biçe Îmraliyê û di bin çavdêriyê de ev hevdîtin bê kirin. Lê mixabin AKP'ê pêvajoya  Mutabakata Dolmabahçe nas nekir û xera kir."    PIŞTÎ ÎMRALÎ KET BIN TECRÎDÊ TIRKIYE JÎ KET BIN TECRÎDÊ   Buldan, anî ziman ku nameya Ocalan şand û li Dolmabahçe hat xwendin ji bo demokratîkbûna Tirkiye gelek girîng bû û wiha got: "Ne tenê ji bo Tirkiye, ji bo demokratîkbûna Rojhilata Navîn gelek bi wate û girîng bû. Lê piştî nameya Ocalan a li Dolmabahçe hat xwendin Serokê AKP'ê û Serokomar Tayyip Erdoğan, Dolmabahçe mase nas nekir û bû sedema tişta îro li Tirkiye pêş dikeve. Piştî 5'ê Nisanê tecrîda li ser birêz Ocalan giran kirin. Bi tecrida liser Ocalan tecrîd li ser Tirkiye giran kirin. Bi tecrîda 5'ê nisanê re hemû destkeftiyên demokratîk yên li Tirkiye yek bi yek ji dest derketin. Piştî hevdîtina 5'ê Nîsanê hemû tiştên ku birêz Ocalan hikûmet û Tirkiye hişyar kiribû yek bi yek ketin meriyetê. Hemû texminên birêz Ocalan yek bi yek pêk tên. Piştî 5'ê Nîsanê hevdîtin hat qutkirin li Tirkiye di 7'ê Hezîranê de hilbijartin pêk hat. HDP'ê ji sedî 13 deng girt. 80 wekîl şandin meclîsê. Lê AKP'ê ev ye qebûl nekir û mase xera kir. "    Buldan, bal kişand ser bûyerên piştî tecrîdê û wiha berhdewam kir: Li Serêkaniyê 2 polîs hatin kuştin. Li Pirsûs û Enqereyê komkujî pêk hatin. Li Sûr, Cizîr û Geverê komkujî pêk hatin. Hemû girêdayî tecrîda piştî 5'ê Nîsanê li ser Birêz Ocalan tê meşandin in. Ger ku îro hevdîtin hebûya û tecrîd tune bûya niha rewşa Tirkiye ne wisa bûya. Ger ku tecrîd nebûya dê îro karker nehatina ixrackirin, dê OHAL nehata ilankirin. Dê Tirkiye bi KHK'an nehatiya rêvebirin. Dê hewldana darbeyê pêk nehatiya. Dê şerê liser Efrînê pêk nehatiya. Dê kriza aborî pêk nehatiya.    YÊN JI AŞTIYÊ TIRSIYAN BIRYARA TECRÎDÊ DAN   Di Newroza 2013'an ya Amedê de peyama Birêz Ocalan hat xwendin. Birêz Ocalan got ‘Îro serdemek nû ye. Êdî serdema berxwedana çekdarî derbasî tekoşîna siyaseta demokratîk dibe. Digot yên ruhê demê nexwînin dê di sergoyê dirokê de winda bibin. Birêz Ocalan bi vê peyamê bal kişand ser sedema tecridê. "    BULDAN BANG LI NY, YE Û CPT’Ê KIR KU ERKA XWE YA LI HEMBERÎ OCALAN PÊK BÎNIN   Buldan, bal kişand ser rapora CPT ya der barê Îmraliyê de aşkere kir û wiha got: “CPT li ser daxwaza AKP'ê 2 sal şûnde biryar da raporê aşkere bike. Piştî AKP'ê biryar da 2 sal şûnde  rapor aşkere kirin. CPT di 2015'an de raporê amade dike lê 2 sal şûnde destûr ji AKP'ê girtiye. Em li vir bang li Yekîtiya Ewropa (YE),  Neteweyên Yekbûyî (NY) dikin ku êdî helwesta xwe ya li hemberî aştiyê diyar bikin. Em li vir dîsa hezkrin û slavên xwe ji Birêz Ocalan re dişînin. Em carek din bang li NY, YE û CPT dikin ku erka xwe pêk binin. Ji ber ku birêz Ocalan ji bo demokratîkbûna Tirkiye û çareseriyê rolek gelek mezin dilîze.    ‘EFRÎN DAGIR KIRINE'    Buldan, bal kişand ser rewşa Efrînê û anî ziman ku ketina Tirkiye ya Efrînê dagirkeri ye. Buldan, helwesta çapemeniya hawiz jî rexne kir û wiha got: "Qanala  Haberturk tişta OSO kiriye wekî YPG'ê kiribe nîşan dide. Talankirin û wêrankirina OSO wekî tiştekî din nîşan dide. Efrînî balê dikişînin ser talankirin, wêrankirin, taciz, tecawiz, diziya OSO. Lê rayedarê AFAD'ê di haberturk'ê de tişta OSO kiriye wekî YPG'ê nişan dide. Ev rezaletî ye. Efrîn dagir kirine û di nava xwe de parve dikin.     Buldan, helwesta hunermenên li ser sînor bûn perçeyekî şer jî rexne kir û wiha got: "Divê cihê hunermendan aşti be. Divê xizmeta aştiyê bikin ne xizmeta şer. Dîsa çend roj berê Erdogan kamuflajê leşkerî li xwe kir. Herî dawî Serokwezîra Berê Tansu Cîller jî kamuflaj li xwe kiribû. Lê ka binerin cihê Çiller li ku ye. Niha hebûn û tunebûna Çiller ne diyar e. Çawa Çiller çû Erdogan jî dê wisa biçe. Ji ber yên kurdan înkar dikin dawiya wan wisa ye. Çawa Çiller çû Erdogan jîdê bide dû. Yên kamuflajên leşkerî li xwe dikin cihê wan sergoyê dîrokê ye.    MEDYA KU HÊZA WAN TÊR KIR KIRÎN, LÊ YA TÊR NEKIR QEYÛM TAYÎN KIRIN   Buldan, polîtîkaya li ser çapemeniya azad jî rexne kir û wha got: "Qeyûm tayînî Ozgurlukçu Demokrasî û Çapxaneya Gun kirin. Hêza wan têra Koma Medyaya Dogan kir û Koma Dogan kirîn. Lê ji ber ku hêza wan têra Ozgurlukçu Demokrasî nekir qeyûm tayîn kirin. Wekî tayînkirina qeyûmên şaredariyan. niha jî qeyûm tayînî rojnameyê kirin. Lê em baş dizanin Rojnameya Ozgurlukçu Demokrasî mîrateya Musa Anter e û dê tu carî bêdeng nebe. "