Amadekariyên mitînga ‘Em bi hev re biguherînin’ temam bûn 2023-01-13 10:13:07   STENBOL - Hevberdevkê Herêma 1’emîn a HDP’a Stenbolê Mesût Firat da zanîn ku amadekariyên mitînga Tifaqa Ked û Azadiyê ya ku dê di 15’ê çileyê de were lidarxistin temam bûne û wiha got: “Ji bo ku zext, xizanî û hejarî xelas bibe, banga me ji bo gelê me ew e ku tev li mitîngê bibin.”    Tifaqa Ked û Azadiyê dê di 15’ê çileyê de bi dirûşma “Em ji şer, xizanî û zextê re bibêjin êdî bes e. Em bi hev re biguherînin” li Qada Kartal a Stenbolê mitînga yekemîn li dar bixe. Hevserokên pêkhateyên tifaqê, hevserokên giştî û berdevk dê tevli mitîngê bibin. Mitîng dê saet di 13.00’an de dest pê bike. Di çarçoveya xebatên mitîngê de li hemû navçeyan belavok hatin belavkirin û bi gel re hevdîtin tên kirin.    BALÊ DIKIŞÎNIN SER RÊYA 3’YEMÎN   Hevberdevkê Herêma 1’emîn a HDP’a Stenbolê Mesût Firat ku di xebatên mitîngê de cih digire diyar kir ku ew li dijî feraseta siyaseta duqutb a li Tirkiyeyê “Rêya Sêyemîn” diparêzin û wiha got: “Hemû pirsgirêk dikare bi Rêya Sêyemîn werin çareserkirin. Em ê li dijî krîza aborî, bêhiqûqî û zextan mitînga xwe ya hevpar a destpêkê li dar bixin. Em diqîrîn û dibêjin ku avakirina komareke ku hemû gelên wê wekhev û azad dijîn, bi Rêya Sêyemîn pêkan e. Gelên me mehkûmî Tifaqa AKP-MHP’ê û Tifaqa Milet a ku dixwaze pergala heyî restore bike nîne. Tifaqa me, tifaqa têkoşînê ye. Yek ji sedema mitînga hevpar jî ev e. Ev tifaq tevahiya pirsgirêkên gelan bi aqileke kolektîf çareser dike.”    XEBATÊN MITÎNGA HEVPAR   Bi domdarî Firat bal kişand ser xebatên mitîngê û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Hemû partî û rêxistinên di nava tifaqê de cih digirin tevî rêveberiyên xwe li 39 navçeyên Stenbolê bi gel re hevdîtinan dikin û belavokan belav dikin. Ev xebat dê heta roja mitîngê jî bidomin. Bêguman her pêkhateyeke me xebatên xwe yên xweser jî dikin. Lê em zêdetir xebata hevpar derdixin pêş û li gorî min girîng e ku gel vî wêneyî bibîne. Di xebatên mitîngê de em qala pêvajoya piştî hilbijartina 7’ê Hezîrana 2015’an dikin. Em dibêjin ku şerê heyî ne tenê kurdan lê tevahiya gelan eleqeder dike. Em jê re dibêjin ku heta ev şer hebe dê xizanî, hejarî û sepanên ne demokratîk bidomin. Me di xebatên mitîngê de dît ku gel êdî ji polîtîkayên AKP-MHP’ê bêzar bûye û guherînê dixwazin. Lewma bendewariya me ew e ku tevlibûneke xurt bibe.”    BERNAMEYA MITÎNGÊ   Firat got ku dê di roja mitîngê saet di 12.30’an de li Rawestgeha Marmara Başak a li Kartalê kom bibin û wiha qala bernameyê kir: “Dê kortejeke ku tevahiya nûnerên pêkhateyan di nav de were avakirin. Piştî korteja Tifaqa Ked û Azadiyê, dê kortejên xweser ên pêkhateyan hebin. Her wiha dê li qadê ala û flameyên pêkhateyên tifaqê hebin. Dê qada mitîngê ji alayên hevpar ên tifaqê were xemilandin. Hevserokên her 6 pêkhateyan, hevserokên giştî û berdevkên wan dê tev li mitîngê bibin. Mitîng dê bi stranan bi dawî bibe. Me ji bo mitîngê serlêdana fermî kiriye û hevdîtinên bi walîtiyê re didomin. Tevahiya amadekariyên teknîkî xelas bûne. Ji bo ku tevahiya van zext, xizanî û hejariyan bi dawî bibin û ji bo ku bibêjin ‘em dixwazin xwe bi vîna xwe birêve bibin’ divê tevahiya gelê me biherike qada mitîngê.”