Hevserokê PADÊ: Hevdîtinên bi Iraqê re erênî derbas bûn 2023-01-13 09:06:53 NAVENDA NÛÇEYAN - Hevseroka PADÊ Hesen Hecî anî ziman ku ji bo naskirina Xweseriya Şengalê bi Bexdayê re hevdîtin kirine û wiha got: “Hevdîtin erênî derbas bûn. Daxwaza şengaliyan ew e ku statûya wan were naskirin, ew bi xwe Şengalê biparêzin û biryaran ew bi xwe bidin. Heta ku daxwazên me tên qebûlkirin jî em ê têbikoşin."    Êrişên dewleta tirk ên li ser Şengal, herêmên Zap, Metîna û Avaşîn ên Herêma Federe ya Kurdistanê dewam dikin. Di demekî ku êriş didomin de Rêveberiya Xweser a Şengalê ji bo naskirina statûya wan di nava bizavê de ye. Di 10'ê çilêyê de şandeyeke ji Rêveberiya Xweser ku ji siyasetmedar û pêşengên civaka êzidî pêk dihat derbasî Bexdayê bû û bi Serokkomar û Serokê Parlamentoya Iraqê Muhammed Halbûsî re civiya. Di hevditinan de mijara naskirina statûya Şengalê hate nîqaşkirin. Hevserokê Partiya Azadî û Demokrasiya Êzidiyan (PADÊ) Hesen Hecî têkildarî hevdîtinê bi ajansa me re axivî.    'SOZ DAN KU DÊ PIRSGIRÊKAN ÇARESER BIKIN'    Hesen Hecî, diyar kir ku ji berê ve ji bo hevdîtinên bi rayedarên hikûmetê re amadekarî hatine kirin û wiha axivî: "Di meha nîsanê de hevditinên me yên bi vî rengî dest pê kirin û em bi Serokkomarê Iraqê re civiyan. Ev hevdîtinên me jî têkildarî xweseriya Şengalê, taybetmendiyên Şengalê bû. Lê di wê civînê de serokkomar ji me xwestibû ku şandeyeke ku ji hemû pêkhatên Şengalê pêk tên re bicivîn û serdana Bexdayê bikin. Di vê hevdîtina ku me bi hemû pêkhateyên xwe yên Şengalê re pê re kirî daxwazên Şengalê, projeyên Şengalê û pêwîstiyên Şengalê me ragihandin. Me bi serokkomar, serokê parlamentoyê û gelek derdorên din re hevdîtin kirin. Me beriya hevdîtinê raporên xwe amade kiribûn û ev rapor pêşkeşî serokkomar kir. Em gelek baş hatin pêşwazîkirin. Wan diyar kirin ku ew ê heta dawiyê alîkariya Şengalê bikin û piştgiriyê bidin Şengalê. Tiştê ku li wir me nîqaş kirî jî bi taybetî vegera koçberan, teşkîleta îdareya Şengalê bû. Wan jî diyar kir ku ew rapora ku me radestî wan kiriye ew ê ji musteşarên xwe re pêşkeş bikin û xal bi xal li ser bisekinin. Ji me re got, ‘bi qasî ku ji destê me tê em ê piştevaniyê bi Şengalê re bikin. Tişta bi serê civaka êzidî hatî ne tiştekî jirêzê bû.’ Soza dan ku dê ji bo çareserkirina pirsgirêka Şengalê bikevin nava hewldanan.”    'BEYÎ GELÊ ŞENGALÊ EM TU BIRYARAN NADIN'   Bi domdarî Hesen Hecî bi lêv kir ku di her hevdîtinê de baş hatine pêşwazîkirin û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Ji bo bicihanîna daxwazên Şengalê soz dan. Me bi her du aliyên hikûmetê re hevdîtin kirin. Ji bo naskirina statûya Şengalê me rapor pêşkeşî wan kirin. Me dît ku Şengal di serdema Kazimî de hate jibîrkirin. Lewma me ragihandina daxwazên Şengalê weke erkekî xwe dît û me xwest hikûmeta nû jê haydar bikin. Wan jî bersiveke erênî dabû û gotibûn ku weke hikûmeta nû ew dikarin piştgiriyê bidin Şengalê û ji vê re jî amade ne. Serokwezîr biryar dabû ku mal û milkê êzidiyan dîsa lê were vegerandin û li ser navê wan bê tapûkirin. Ev jî yek ji xalên nîqaş li ser hatin kirin bû. Li ser Peymana 9'ê Cotmehê jî nîqaş hatin kirin. Ji me re got, 'em beyî gelê Şengalê tu biryaran nadin, hûn xwedî heqin, xwedî bedel in. Em vî tiştî nakin. Encax heger daxwaza gelê Şengalê hebe em dikarin pêk bînin. Kengî ku civaka êzidî ji vê razî bibe em ê wan karan bikin. Tu wateya Peymana 9'ê Cotmehê nîne.’ Jixwe bi ser vê peymanê re 2 sal û 4-5 meh derbas bûn. Di serdema Kazimî de hatibû erêkirin. Ne bawerim vê peymanê pêk bînin. Jixwe Xweseriya Şengalê ji roja ewil heta niha vê peymanê qebûl nake û li hemberî vê disekine. Carnan propagandaya wê dikin lê mimkin nîne vê peymanê li Şengalê bînin cih.”    'HETA KU DAXWAZ PÊK TÊN EM Ê TÊBIKOŞIN'    Di berdewamê de Hesen Hecî da zanîn ku xebatên wan ê bi vî rengî dê bidomin û wiha bi dawî kir: “Di van hevdîtinan de me serdana Wezîrê Dadê jî kir. Wî jî 3-4 xalên me pêk anîn. Wî jî got ku şengaliyên ku dixwazin vegerin li ser cih û warê xwe ew dikarin alikariyê bidin wan û xîzmetekî ji Şengalê re bikin. Çend saziyên dadê li Şengalê bên vekirin û ev saziye jî dê bikevin ber xîzmeta şengaliyan. Tişta ku em dixwazin ew e ku ew tiştên ku raporê de me nivîsandine û ji wan re aşkere kirine yek bi yek pêk bînin. Em naxwazin ku ev daxwaz tenê li ser kaxizê bimînin, divê di pratîkê de jî pêk bînin. Em ê li benda encamên vê hevdîtinê bin. Daxwazên me ne daxwazên mezin bûn. Ev tişte heqê xelkê Şengalê ye. Em dixwazin ku Şengalê nekin amûrên siyasetê û ji vê dûr bê girtin. Xwesteka şengaliyan jî naskirina Xweseriya Şengalê ye. Xwesteke wan ew e ku hêzên wan bi xwe hebin ku karibin Şengalê biparêzin û rê li ber fermanê bê girtin. Em ê benda encamê bin. Heta ku daxwazên me pêk tên jî em ê tebikoşin.”