Ozdogan: Di pergala hiqûqê de blokekirina alîkariyê tune ye 2023-01-07 13:35:37   ENQERE - Hevberdevka Komîsyona Hiqûqê ya HDP’ê Nûray Ozdogan diyar kir ku biryara AYM’ê siyasî ye û di pergala hiqûqê de mewzûatek ku alîkariya partiyek ku doza girtinê li serê dewam dike asteng bike nîne.    Komîsyona Hiqûq û Mafên Mirovan a HDP’ê têkildarî ku Dadgeha Destûra Bingehîn (AYM) hesabê alîkariya xezîneya partiya wan bloke kir, li navenda giştî civîna çapemeniyê li dar xist. Hevberdevka Komîsyona Hiqûqê ya HDP’ê Nûray Ozdogan di civînê de axivî.    ‘BIRYAR BI FERMANA SIYASÎ HATIYE DAYÎN’    Ozdogan da zanîn ku biryara AYM’ê di 5’ê çile de da wek deqek reş derbasî dîrokê bûye û AYM’ê berê di dema doza girtina HDP’ê de vê daxwaza blokekirina hesabê wan red kiribû. Ozdogan anî ziman ku AYM’ê biryara ku daye ji wan re neşandiye û ew jî bi rêya çapemeniyê hîn bûne. Ozdogan diyar kir ku ev blokekirina hesabê alîkariya bo partiya wan parçeyek operasyon û êrişên li dijî HDP’ê ye û ev biryar di warê hiqûqê de tu derbasdariya wê nîne û biryar bi armancek siyasî hatiye dayîn. Ozdogan da zanîn ku AYM neçare ku li gorî hikmên Destûra Bingehîn tevbigere û got: “Doza girtina derbarê HDP’ê de û pêvajoya pişt re li pêş ket, bi mudaxileyên siyasî têbirêvebirin. Biryar ji aliyê AKP-MHP’ê ve hatiye dayîn û ferman dane ku doz zû bi encam bibe. Tu eleqeya vê biryarê bi hiqûqê re nîne û helwestek neyartî nîşanî me didin. Em vê jî bêjin, AYM jî bi vê biryara xwe bû şirîkê kampanya hilbijartinê ya faşîzma AKP-MHP’ê. Ne rêgezên darazê lê takvîma siyasî hatiye şixûlandin. Bi her awayî êriş û zextên li ser partiya me didomin. Em bi tu awayî vê biryarê nas nakin.” Ozdogan destnîşan kir ku biryara AYM’ê siyasî ye û di pergala hiqûqê de mewzûatek ku alîkariya partiyek ku doza girtinê li serê dewam dike, asteng bike nîne.