'Em ê nehêlin xeyalên AKP-MHP’ê pêk bên’ 2022-12-28 14:58:22     DÎLOK – Rêxistina DBP’a Dîlokê bertek nîşanî girtina Hevserokê Giştî yê DBP’ê Keskîn Bayindir û Hevserokê DBP’a Amedê Hayrettîn Altûn da û wiha got: “Hewl didin bi operasyonên qirkirina siyasî, siyaseta demokratîk ji holê rakin lê em ê bi têkoşîna xwe nehêlin ev xeyalên we pêk bên.   Rêxistina Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) a Dîlokê têkildarî girtina Hevserokê Giştî yê DBP’ê Keskîn Bayindir li Parka Yeşîlsuyê daxuyaniyek da. Di daxuyaniyê de pankarta “Hûn nikarin îradeya me teslîm bigirin” hatibû vekirin. Gelek kes tev li daxuyaniyê bû.    'EM Ê SERÎ NETEWÎNIN’   Hevserokê HDP’a Dîlokê Avnî Bînîcî di daxuyaniyê de axivî. Bînîcî, salvegera Komkujiya Roboskê bi bîr xist û da zanîn ku têkildarî qetilkirina 34 sivîlan tu lêpirsînên baş nehatiye desptêkirin. Bînîcî, êrişa li dijî kurdan a li Parîsê jî bi bîr xist û wiha domand: “Em di serdemekî tarî re derbas dibin. Ji bo têkbirina vê tarîtiyê jî berxwedaneke nûwaza tê kirin. Me li dijî zext û zilmê tu carî serî netewand û dê netewînin jî.”    Di berdewamê de Bînîcî bal kişand ser girtin û binçavkirinên li dijî DBP'ê. Bînîcî, got ku Hevserokê Giştî yê DBP’ê bi awayekî derhiqûqî hatiye girtin û wiha pê de çû: “Ev yek bêtehemûliya AKP-MHP’ê ya li dijî siyaseta demokratîk nîşan dide. Dê ev gel destûra vê nede. Gelê me dê berxwedana xwe mezintir bike û vê zîhniyetê biavêje sergoya dîrokê.”   Hevserokê DBP’a Dîlokê Ethem Onel ku piştî binçavkirinê hatibû berdan jî wiha got: “AKP-MHP bi dijminane nêzî gelê kurd û muxalefetê dibe. Operasyonên qirkirina siyasî bênavber didomin. Operasyona dawî ya li dijî partiya me, li ser fermanê hate kirin. Hûn hewl didin bi operasyonên qirkirina siyasî, siyaseta demokratîk ji holê rakin lê em ê bi têkoşîna xwe nehêlin ev xeyalên we pêk bên.”    Daxuyanî bi dirûşman bi dawî bû.