Endama Meclisa DBP'ê: Ev êriş ji bo hilbijartinê ne 2022-12-28 09:11:03   ÊLIH - Endama Meclisa Partiyê ya DBP'ê Nûrten Uzumcuyê anî ziman ku êrişên li ser partiya wan ji bo hilbijartinê ne û got: "Nîşaneya serkeftinê ku hevserokê me yê giştî Bayindir di dema binçavkirinê de çêkir, nîşaneya têkoşîna hevpar e."    Di çarçoveya lêpirsîna Serdozgeriya Komarê ya Amedê de, Hevserokê Giştî yê Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Keskîn Bayindir û Hevserokê DBP'ê yê Amedê Hayrettîn Altûn di 23'yê kanûnê de hatibûn binçavkirin. Di 26'ê kanûnê de bi îdiaya "endamtiya rêxistinê" hatin girtin û 13 hevserokên bajêr jî bi şertê kontrola edlî hatin berdan.    'NÎŞANEYA SERKEFTINÊ NÎŞANEYA TÊKOŞÎNÊ YE'   Endama Meclisa Partiyê ya DBP'ê Nûrten Uzumcuyê, êrişên li ser DBP'ê nirxandin. Uzumcu, wiha got: "Ev binçavkirin, bi taybetî ji sala 2015'an ve didomin. 8 sal in bi hezaran hevalên me yan hatine binçavkirin an jî hatine girtin. Piştî qirkirina siyasî, gelê me gelekî xwedî li partiya xwe derket. Li dor partiya xwe bû xelek. Ev operasyon, operasyona hilbijartinê ye. Desthilata AKP-MHP'ê divê vê yekê baş bibîne; 8 sal in vê yekê diceribînin. Divê baş zanibin ku dê bi binçavkirin û girtinan nikaribin partiya vî gelî biqedînin. Nîşana serketinê ku hevserokê me yê giştî di dema binçavkirinê de çêkir, bû sembila berxwedanê. Ew nîşan, nîşaneya lêhûrbûna li têkoşînê û serkeftinê ye. Ew, nîşaneya têkoşîna hevpar e."    OPERASYONEKE JI BO HILBIJARTINÊ   Uzumcu, bi lêv kir ku avaêtina ser partiyê bi awayekî bêhiqûqî hatiye kirin û got ku bêyî haya endamên partiyê pê bê xistin bi awayekî "qorsanî" delîl hatine berhevkirin. Uzumcu, axaftina xwe wiha domand: "Li 4 bajaran xebat dihatin meşandin. Tevî gel me nêzî 70 civîn çêkirin. Piştî van civînan me kongreya 6'an li dar xistin û me biryar da ku em DBP'ê li tevahiya bajar û navçeyan vekin. Me gelek navçe û bajaran kes peywirdarkirin. Me li bajarên Tirkiyeyê jî nûnertî ava kirin. Ev xebatên rêxistinkirinê ku me li gor daxwazên gel kirin, hesabên AKP-MHP'ê pûç kirin. Lewma operasyoneke hilbijartinê hat kirin. Ji wan we ye em ê bi vê operasyonê bitirsin, lê xwe dixapînin."    BANGA JI BO ENDAMTIYÊ   Bi domdarî Uzumcu destnîşan kir ku AKP-MHP ji ber ku hin tişt li gor hesabên wan nameşin êrişî partiya wan kirine û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Ger karê wan di rêya xwe de bûna, ev êriş pêk nedianîn. Ji ber ku dizanin dê têk bişikên êrişan dikin. Ji ber ku dizanin dê gel bersiva wan bide êriş dikin. Zext, binçavkirin, girtin, girtina partiyan û betalkirina parlamenteriyê çend ji van êrişan e. Lê me tu carî paş de gav neavêtiye. Roj, roja xwedîderketina li partiya xwe ye. Banga me ji bo tevahiya gelê me ye; em xwedî li partiya xwe û vîna xwe derkevin. Her yek ji me rêveber, hevserok û hevserokê giştî ye. Em bang li her kesî dikin ku bibin endamê partiyê."