DBP’a Nisêbînê kongreya xwe li dar xist: Ji bilî têkoşînê rêyek din nîne 2022-12-25 14:52:43   MÊRDÎN - Rêxistina DBP’ê ya Navçeya Nisêbînê kongreya xwe li dar xist. Gulser Yildirim a parlamentera HDP’ê ya berê got: “Ji bilî têkoşîne wek din tu rê nîne.”   Rêxistina Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) a Navçeya Nisêbînê ya Mêrdînê Kongreya xwe ya Asayî ya 6’emîn li dar xist. Gelek kes beşdarî kongreyê bûn. Dîwan hat bijartin û ji bo kesên di têkoşîna azadî û demokrasiye de jiyana xwe ji dest dan, rêz hat girtin.    EWLEHÎ Û JIYANA OCALAN    Parlamentera HDP’ê ya Mêrdînê Pero Dundar bi bîranîna her sê welatiyên kurd li Parîsê hatin qetilkirin dest bi axaftina xwe kir. Gundar destnîşan kir ku qetlîama li Parîsê berdewamiya qetlîama Sakîne Cansiz û hevalên wê ye û gelê kurd li ber qetlîaman paşve gav neavêtiye. Dundar anî ziman ku li cihê ku berxwedan nebe dê faşizm berbelav bibe û ji bilî têkoşînê tu rêyek wan din nîne. Dundar da zanîn ku destkeftiyên kurd di hedefê de ne û got: “Sekna li Îmraliyê sekna têkoşîna gelê kurd e. Lewma faşîzma tecrîdê li her derî hatiye belavkirin. Birêz Ocalan 24 sal in tê têcrîdkirin. Du sal in tu xeber nayê girtin. Divê deriyên Îmraliyê bên vekirin. Divê di warê tenduristî û jiyana birêz Ocalan de gelê kurd bê agahdarkirin.”   Parlamentera HDP’ê ya berê Gulser Yildirim ku beriya niha bi demekê ji girtîgehê hat berdan jî destnîşan kir ku bi salane gelê kurd tê asîmilekirin û got: “Gelê kurd ji bo jiyanek birûmet û azad têdikoşe. Ji bilî têkoşînê tu rêyek din li pêşiya gelê kurd nîne.”