Parlamenteriya Semra Guzel hat betalkirin 2022-12-22 16:48:25   ENQERE - Parlamenteriya Semra Guzel a Parlamentera HDP’ê ya Amedê li Desteya Giştî ya Meclisê di encama dengdayînê de hat betalkirin.    Parlamentera HDP’ê ya Amedê Semra Guzel girtî ye. Parlamenteriya Guzel bi boneya neçûye xebatên qanûnçêkirinê li Desteya Giştî ya Meclisê hat betalkirin. Li Meclisê dengdayîn hat kirin, bi piraniya dengan parlamenteriya Guzel hat betalkirin. Di kêliya dengdayînê de Hevserokên Giştî yên HDP’ê Pervîn Bûldan û Mîthat Sancar, parlamenterên HDP’ê jî amade bûn û dovîzên bi nivîsên “Semra Guzel wekîla gel e” û “Semra Guzel îradeya gel e” hildan. Parlamenteran bi berzkirina dirûşman dengdayînê protesto kirin.    Piştî axaftinên li Meclisê hatin kirin, dengdayîn pêk hat û piştre tezkereyê betalkirina parlamenteriyê hat xwendin û parlamenteriya Guzel hat betalkirin.    HDP’Ê GOT ‘NA’ YÊN DIN GOTIN ‘ERÊ’   Bi giştî 371 deng hatin bikaranîn. Li dijî 330 dengên hatin qebûlkirin, 42 deng wek red hatin bikaranîn. Parlamenterên AKP, MHP, Partiya Îyî û CHP ji bo betalkirina parlamenteriyê dengan bikar anîn. Parlamenterên koma HDP’ê hemûyan ji bo parlamenterî neyê betalkirin nêrîna xwe ragihandin.    WEKÎLÊ AKP’YÎ PARLAMENTERIYA 4 PARLAMENTERAN BETAL KIR    Wekîlê Serokê Meclisê Sureyya Sadî Bîlgîç ê AKP’yî tezkereya Guzel xwend. Bîlgîç di heman demê de dema ku parlamenteriya Leyla Guven, Mûsa Farisogûllari û Enîs Berberoglû hat betalkirin jî li ser wezîfeyê bû û tezkereyê xwendibû.