Tiryakî: Di şexsê Semra Guzel de kûmpasek hat çêkirin 2022-12-21 15:51:09   ENQERE - Parlamenterê HDP’ê yê Êlihê Mehmet Ruştu Tiryakî diyar kir ku betalkirina parlamenteriya Semra Guzel tê wateya tunehesibandina îradeya kurdan û got: “Ev di şexsê Semra Guzel de kûmpaseke ku hatiye çêkirin e.”    Li Desteya Giştî ya Meclisê hevdîtina li ser betalkirina parlamenteriya Semra Guzel a Parlamentera HDP’ê ya Amedê didome. Beriya biryar bê dayîn Parlamenterê HDP’ê yê Êlihê Mehemt Ruştu Tiryakî parastina Guzel kir.    Tiryakî da zanîn ku gelek parlamenter hene ku ji ber hêcetên nexweşiyên xwe û hin parlamenter hene ku piştî merasîma sondxwarinê qet nehatine Meclisê hene û got: “Dixwazin wekîltiya Semra Guzel ku dilê me hemûyan diêşîne, bi hêceta ku nehatiye Meclisê bê betalkirin.”    KAMPANYA LÎNCKIRINÊ DAN DESTPÊKIRIN    Tiryakî diyar kir ku ew wêneyên Semra Guzel di serdema “Pêvajoya Çareseriyê” de hatine kişandin û bi belavkirina wêneyan re gelek parlamenterên AKP-MHP’ê Semra Guzel kirine hedef û li dijî kampanya lînckirinê dan destpêkirin û mafê wê yê divê neyê reşkirinê hatiye binpêkirin.    Tiryakî anî ziman ku Serokê Komîsyona Amadekar daxwazên wî red kirine û got: “Çimkî armanc ne lêkolînkirina rastiyan e. Halbûkî tenê ne ew wêneyên ku li fezlekê hatine zêdekirin tenê hebûn, wêneyên Semra Guzel û Volkan Bora hê 18, 20 salî bûne li dora Gola Masiyan a Rihayê ku kişandibûn jî hebûn. Lê wan wêneyan tenê bi rêya çapemeniyê hatin serwîskirin. Lê ez dîsa dibêjim armanc ne derxistina rastiyan e, ji berê ve ev biryar hatiye dayîn û paşê xistin meriyete.”    TUNEHESIBANDINA ÎRADEYA GELÊ KURD   Tiryakî destnîşan kir ku gelê kurd betalkirina parlamenteriya Semra Guzel wek tunehesibandina îradeya xwe dibîne û wiha got: “Betalkirina parlamenteriya Semra Guzel li ba gelê kurd tê wateya tunehesibandina îradeya wan. Çimkî xelk ji vê betalkirina parlamenteriyê ner azî ye. Divê ku muxalefet jî vê neheqiyê baş bibîne. Ev kûmpasek e ku di şexsê SemraGuzel de hatiye çêkirin. Ji bo rakirina parêzbendiya wê her dengek ku hat dayîn, piştgiriya ji bo kûmpasê ye, tê wateya erêkirina siyaseta darbekar û zilmkar a siyaseta demokratîk.”    Betalkirina parlamenteriya Guzel dê sibê li Desteya Giştî bê erêkirin.