Kiliçdaroglû ber bi Wezareta Dadê ve meşiya 2022-12-12 10:51:48   ENQERE - Serokê Giştî yê CHP’ê Kemal Kiliçdaroglû ber bi Wezareta Dadê ve meşiya, bertek nîşanî bêdengiya wezaretê ya di mijara êrişa zayendî ya li dijî H.K.G. a 6 salî da û wiha got: “Gelo li hemberî vê neheqiyê kî bêdengiya xwe didomîne?”    Serokê Giştî yê Partiya Gel a Komarê (CHP) Kemal Kiliçdaroglû, endamên Meclisa Partiyê (PM) û parlamenterên partiyê ji Meclisê ber bi Wezareta Dadê ve meşiyan. Kiliçdaroglû ku ji bo civîna awarte duh êvarê bang li Meclisa Partiyê kiribû, têkildarî “zewicandina” zaroka bi navê H.K.G. di 6 saliyê de ku keça damezirînerê Weqfa Hîranûr a girêdayî Cemaeta Îsmaîlaga ye û tundiya zayendî ya sîstematîk, li pêşiya Wezareta Dadê daxuyanî da.    ‘KÎ BÊDENGIYA XWE DIDOMÎNE?’    Kiliçdaroglû diyar kir ku tevî bûyer ev nêzî du sal in dihat zanîn jî berpirsyar nehatiye cezakirin û wiha bertek nîşan da: “Wezareta Dadê bêdengiya xwe didomîne. Jixwe haya kesekî jê nîne bê ka Wezareta Malbatê çi dike. Ev dosya bi kîjan sedeman hate girtin? Ev kes hêza xwe ji ku digirin? Kî li hemberî vê neheqiya li zarokeke me ya 6 salî hatiye kirin bêdeng dimîne? Ji bo ku bibin dengê wê em hatine vê derê. Ez li vir bang li vê zaroka me dikim. 84 milyon insan êşa di dilê de hîs dike. Sedema hatine min a vê derê jî ew bû ku vê hêrsî nîşan bidim. Êdî nema dikarim xwe li hemberî vê neheqiyê bigirim. Daxwaza me edalet e. Tu ferqa kesên li hemberî bêedaletiyê bêdeng dimînin ji şeytanên bêziman nîne. Em êdî tehemûla vê rewşa heyî nakin. Dibêjin; ‘ev 2 sal bûn haya me ji vê rewşê hebû.’ Wateya vê gotinê çi ye? Ev du sal bûn we xwe li pişt kê veşart? We bi kê re wêne kişandin? Dewlet nikare di bin zextan de bixebite. Sedema hatine me ya vê derê jî edalet e.”