Surucu: Ji qadên ber projeya GAP’ê diketin tenê li sedî 35’an avdanî tê kirin 2022-12-11 16:45:18     ENQERE - Parlamentera HDP’ê ya Rihayê Ayşe Surucu di hevdîtinên budçeyê de bal kişand ser hişkesaliyê û wiha got: “Ji qadên ber projeya GAP’ê diketin tenê li sedî 35’an avdanî tê kirin”    Di rûniştina 6’an a Pêşniyarqanûna Budçeya Rêveberiya Navendî ya Sala 2023’yan li Lijneya Giştî ya Meclisê tên kirin. Di vê rûniştinê de budçeyên Wezareta Pîşesazî û Teknolojiyê û Wezareta Perwerdeya Neteweyî hatin nîqaşkirin. Parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Rihayê Ayşe Surucu têkildarî budçeya Wezareta Pîşesazî û Teknolojiyê axivî.    PROJEYA GAP’Ê    Ayşe Surucu, anî ziman ku ji ber krîza avhewayê li herêma Rihayê hişkesaliyeke mezin heye û wiha got: “Ji qadên ber projeya GAP’ê diketin tenê li sedî 35’an avdanî tê kirin. Cotkar ji bo ku çandiniyê bikin, bîrên bi 400 mîtroyan dikolin û wisa avê derdixînin. Dê di demên pêş de xaka me bêweç bibin. Cotkarên herêmê bi fatûreyên zêde yên DEDAŞ’ê tên mexdûrkirin. Her wiha dest datînin ser piştgiriya bo wan tê kirin. Divê ceyrana ji bo xebatên çandiniyê tên kirin ji tevekan erzantir be lê fatûre bi tîpa pîşesaziyê tên amadekirin. Tê gotin ku dê bi GAP’ê re 6 milyon mirov bikevin kar. Lê herêma herî zêde bêkarî lê heyî jî herêma GAP’Ê ye.”    PIRSGIRÊKÊN KARKERÊN ÇANDINIYÊ    Bi domdarî Surucu ev tişt anî ziman: “Her sal bi sedhezaran kes ji paytexta çandiniyê Riha, Mêrdîn û Amedê weke karkerên demsalî dikevin rêyan. Bêyî ku pêdiviyên wan ên hîjyen û ewlehiyê bi cih bînin, di tevahiya rojê de di nava zeviyan de dixebitin. Gelo we ji bo jinên ku di tevahiya rojê de dixebitin û piştre li malê vî karê xwe didomînin û ji bo mafê perwerdeyê yê zarokan çi maf derxistine? Divê pêdiviyên wan ên weke mal, xwarin û ceyranê bên pêşwazîkirin. Polîtîkayeke rast a çandiniyê ya îktîdarê tune ye. Cotkar nikare berhemên xwe bifiroşe. Pembûyê ku bi 16 lîreyan hatiye amadekirin, bi 10 lîreyan jî nayê firotin.”    ‘BUDÇEYA JINAN NÎNE’   Di berdewamê de Surucu destnîşan kir ku ev budçeye budçeya jinan nîne û wiha bi dawî kir: “Di nava sala dawî de herî kêm 310 jin ji hêla mêran ve hatin qetilkirin. Ji sala 2008’an heta niha jî herî kêm 4 hezar û 200 jin ji hêla zilaman ve hatin qetilkirin. Li şûna ku pêşî li ber tundiya zilaman bigire, îktîdarê Peymana Stenbolê ji holê rakir. Heta duh Bahar Hezar li naverasta kolaneke Rihayê ji hêla birayê xwe ve hate qetilkirin. Ji bo ku her roj jinek neyê qetilkirin, em ê dev ji Peymana Stenbolê bernedin. Em ê ji bo her jineke hatiye qetilkirin edaletê pêk bînin.”