HDP’ê bersiv da gefa parlamenterê nijadperest: Em bi bedelên giran hatin vir 2022-12-08 14:51:53   ENQERE - Wekîlê Serokê Koma MHP’ê Levent Bulbul bi gotina “tûrê zer” gef xwar. Wekîla Seroka Koma HDP’ê Meral Daniş Beştaş li dijî vê gefê got: “Bedelên herî giran me da û em hatin vir.”    Parlamenterê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ê Rihayê Omer Ocalan ku ji Komîsyona Çand û Ziman Berpirsiyar e, di Desteya Giştî ya Meclisê de di hevdîtinên budçeya sala 2023'yan a Wezareta Çand û Tûrîzmê de mafê axaftinê girt û bal kişand ser zext û astengiyên li ser zimanê kurdî. Ocalan daxwaza xwe ya ji bo zimanê kurdî bibe zimanê fermî û perwerdehiyê anî ziman û got: “Tehemûlî du gotinên kurdî nakin. Zîhniyeta we ev e, feraseta we ev e, hûnê hîn bibin. Di sedsala duyemîn de zimanê kurdî dê bibe zimanê fermî yê vî welatî, zimanê dayikê dê bibe zimanê perwerdehiyê, kîjan partî bibe desthilatdar jî wê ev ziman mîsoger bibe. Em ê ji bo vê têbikoşin."   PARLAMENTERÊ NIJADPEREST GEFA KUŞTINÊ XWAR    Wekîlê Serokê Koma MHP’ê Levent Bulbul li dijî axaftina Ocalan axivî û wiha gefa kuştinê li parlamenterên HDP’ê xwar: “Dibêje hûn li Tirkiyeyê hîn bibin. Bi zorê wê bibe. Ji bo ku bi zorê dikin, hodrî meydan. Kî bi çi şiklî dixwaze bila bike, em li vir in. Yên ku bi zorê tiştan dikin, tûrên zer li benda we ye jî ku kes nizane li ku tên veşartin. Ev tişt li benda we ye jî û wê were serê we.”    BEŞTAŞ: EM BI BEDELÊN GIRAN HATIN VIR    Li ser gefxwarina Bulbul, di navbera parlamenterên HDP’ê û MHP’ê de nîqaş derket. Piştî navbera hat dayîn Wekîla Seroka Koma HDP’ê Meral Daniş Beştaş axivî û wiha got: “Wekîlê serokê koma partiyekê berê xwe dide me û gefa tûrên zer li me dixwe, em vê qebûl nakin. Yên ku gefan li me bixwin hê çênebûne. Em li vir parastina jiyanê dikin. Di desteya giştî de yên ku gefa kuştinê dixwin, bêhiqûqiyek mezin dikin û asta tundiyê nîşan dide. Em ne ji gefa tûrên we zer û ne jî ji gefên din natirsin. Me bedelên herî giran û mezin dan û hatin vir…”