Bekîr Bozdag bi wêneyên girtiyên nexweş re rûbirû ma 2022-11-15 16:51:02   ENQERE - Di hevdîtina Budçeya Wezareta Dadê de parlamenterên HDP’ê wêneyên girtiyên nexweş nîşanî Wezîrê Dadê Bekîr Bozdag dan. Parlamenterê HDP’ê Ruştu Tiryakî got: “Gelo ku girtiyên nexweş bimirin hûnê destûra derketina wan bidin?”   Di Komîsyona Plan û Budçeyê ya Meclisê de li ser budçeya Wezareta Dadê hevdîtin tên kirin. Parlamenterên HDP’ê ku beşdarî hevdîtinê bûn, wêneyên girtiyên nexweş û dovîzên “Bila girtiyên nexweş bên berdan” danîn ser maseyan û nîşanî Wezîrê Dadê Bekîr Bozdag dan.    Parlamenterê HDP’ê yê Êlihê Mehmet Ruştu Tiryakî di Komîsyonê de axivî û diyar kir ku li Tirkiyeyê yek ji budçeya herî zêde li serê tê nîqaşkirin budçeya Wezareta Dadê ye û AKP li şûna ku li hemberî biryarên darazê rêzgirtî be lê biryaran ji holê radike. Tiryakî da zanîn ku îktidara AKP’ê darazê bi xwe ve girêda ye.    MALBATA ŞENYAŞAR MÎNAK NÎŞAN DA    Tiryakî Nobeda Edaletê ya Malbata Şenyaşar bi bîr xist û malbat tabloya edaletê ya li Tirkiyeyê radixe ber çavan.    BINPÊKIRINA MAFAN A LI GIRTÎGEHAN    Tiryakî diyar kir ku yek ji pirsgirêkên girîngtirîn ên welat pirsgirêkên li girtîgehan û binpêkirinên mafan ên li girtîgehan e û li girtîgehan îşkence pêk tê.    LI DIJÎ TECRÎDÊ BANG LI WEZÎR KIR    Tiryakî destnîşan kir ku li girtîgehan tecrîd di hundirê tecrîdê de pêk tê û astengkirin û qedexeya hevdîtina li gel Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan bi bîr xist û ew li bendê ne Wezareta Dadê ji bo hevdîtina li Îmraliyê re demildest gavan biavêje.    GIRTIYÊN NEXWEŞ   Tiryakî anî ziman ku bi sedan girtiyên nexweş li ber mirinê ne û wiha got: “Yek ji pirsgirêka herî mezin a li girtîgehan girtiyên nexweş in. Girtiyên nexweş bi awayên dijhiqûqî jiyana xwe ji dest didin. Girtiyên nexweş terkî mirinê hatine kirn û nayên berdan Engîn Aktaş du destê wî tune ne û nexweşiya KOAH’ê pere heye lê nayê berdan. Mehmet Emîn Okan heta îro pênc caran krîza dil derbas kiriye, tevî ku rapora wî ya ‘nikare di hefsê de bimîne’ jî nayê berdan. Van wêneyên hûn dibînin hemû ji bo bijîn têdikoşin. Birêz Wezîr, gelo piştî ku ev kes bimirin, hûnê destûra derketina wan bidin?”