Koç ê HDP’î xwest ku binpêkirinên li Girtîgeha Eskîşehîrê bên lêkolînkirin 2022-11-11 12:20:09   ENQERE - Parlamenterê HDP’ê Abdullah Koç diyar kir ku li Girtîgeha Eskîşehîrê bêyî ku sedemek were nîşandan, înfazên girtiyan tên şewitandin û girtiyên nexweş sewqî nexweşxaneyan nayên kirin. Koç, xwest ku têkildarî binpêkirinên li Girtîgeha Eskîşehîrê lêkolîn were kirin.    Parlamenterê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ê Agiriyê Abdullah Koç, têkildarî binpêkirin û derhiqûqiyên li Girtîgeha Tîpa H a Eskîşehîrê pêşnûmepirs da Meclisê.    SEWQÊN NEXWEŞXANEYÊ YÊN NE LI GORÎ ZANISTÊ    Di pêşnûmeyê de hat destnîşan kirin ku di mehên tebax û cotmehê de bi girtiyên bi navên Cîhan Alkan, Mehmet Paksoy û Devrîm Ayik re hevdîtin hatine kirin û wiha hat gotin: “Di hevdîtinan de hat tespîtkirin ku Lijneya Çavdêriyê ya Rêveberiya Girtîgehê bi awayekî keyfî, derhiqûqî û bêyî ku sedemekî nîışan bide, înfaza girtiyan dişewitîne û nahêle girtiyên nexweş sewqî nexweşxaneyan bên kirin. Ev sewq, di çarçoveya qeydên tipê yên neteweyî û navneteweyî de nayên kirin.”    DAXWAZA AVAKIRINA KOMÎSYONA LÊKOLÎNKIRINÊ   Her wiha Koç, di pêşnûmeyê de destnîşan kir ku ji ber nêzikatiyên xerab ên lêgerînên nava dev û solan, gelek girtî naxwazin biçin nexweşxaneyê. Koç, ji bo tespîtkirina pirsgirêkên tenduristiyê yên ku girtî rû bi rû ma ne, nêzikatiyên xerab û binpêkirinên mafan, xwest ku Komîsyona Lêkolînkirinê ya Meclisê bê avakirin.