Akbaşoglu yê AKP’yî Rûdawê wek ‘terorîst’ ragihand 2022-06-17 11:31:46   ENQERE - Serokê Wekîlê Koma AKP’ê Muhammed Emîn Akbaşoglu, qenala Rûdawê ku li Herêma Kurdistanê weşanê dike, wek “terorîst” ragihand.    Wekîla Seroka Koma HDP’ê Meral Daniş Beştaş di Desteya Giştî ya Meclisê de mijara Selah Xidir Naso yê 12 salî û bapîrê wî Xidir Naso ku di êrişa SÎHA ya Tirkiyeyê li dijî navçeya Sinûnê ya bi ser Şengalê de jiyana xwe ji dest dan, anî rojeva Meclisê.    Ji ber ku Beştaş mijarê anî rojevê, Wekîlê Serokê Koma AKP’ê Muhammed Emin Akbaşoglu aciz kir. Akbaşoglu êrişa li Sinûnê înkar kir û vê îdiayê kir: “Tirkiye ne bi balafir, ne bi ÎHA û ne jî bi SÎHA qet êrişa hewayî pêk neaniye. Ev nûçe bi temamî dûrî rastiyan e.”    ÊRIŞÊ ÎNKAR KIR    Beştaş got ew ê dîmen û lînka nûçeyan ji wî re parve bike. Akbaşoglu li ser vê yeke carek din êrişê înkar kir û dîsa îdia kir ku Tirkiye êrişan pêk nayîne.    Beştaş wiha got: “Birêz Serok, ji kerema xwe bikevin malpera Rûdawê ku ew ji nêz ve destek dikin. Ewilî bixwînin, paşê bibersivînin.” Li ser gotinên Beştaş, Akbaşoglu bersivê da û ji bo Rûdawê got: “Ew çapemeniyek ku piştevaniya terorê dike ye.”