‘Em ê plana we ya çokdanînê pûç bikin’ 2022-05-31 15:17:00   EDENE - Hevserokê HDP’a Edeneyê Mehmet Karakiş diyar kir ku Doza Kobanê ku siyasetmedar lê tên darizandin têk çûye û wiha got: “Em dê weke gel bi sekna xwe ya berxwedêr û hişmendiya xwe ya demokrasiyê hemû planên we yên çokdanînê pûç bikin.”     Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Edeneyê, bi armanca balê bikişîne ser Doza Kobanê li avahiya partiya xwe daxuyaniyek da û çalakiya nobetê pêk anî.  Endamê Meclîsa HDP'ê Erhan Basût, endamên Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), Tevgera Jinên Azad (TJA), Meclîsa Dayikên Aştiyê, Komeleya Alîkarî û Piştgiriyê ya Bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran re ya Akdenîz û Edeneyê (AATUHAY-DER), Komeleya Piştgirî û Alîkariya bi Malbatên Xizmên Xwe Windakirine ya Akdenizê (AYKAY-DER), Berdevkê Partiya Ji Nû ve Avakirinê ya Sosyalîst (SYKP) yê  Edeneyê Mehmet Alî Gulşen, xebatkarên Navenda Çandê ya Binevş, Serokê Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Edeneyê parêzer Yakûp Ataş û rêveberiya wê, Endamê Desteya Rêveberiya Giştî yê Partiya Kedê (EMEP) Halîl Îmrek û gelek kes beşdarî çalakiya nobetê bûn.      Hevserokê HDP’a Edeneyê Mehmet Karakiş ê daxuyanî da bertek nîşanî astengkirin û ledana jinên ku duh li bajêr xwestin têkildarî Doza Kobanê daxuyaniyê bidin da. Karakiş da xuyakirin ku hikûmet dixwaze Doza Kobanê di zûtirîn demê de bi encam bike û vê biryarê weke sedema girtina dozê pêşkêş bike û got: “Ev doza ku bi îdîanameyên çêkirî yên bi beyanên şahidên veşartî û vekirî hatine afirandin, bi helwesta siyasetmedarên me yên dîl girtî, ji bo me hilweşiya ye. Tevî hemû hevrêyên xwe yên di doza kumpasê de dîl hatin girtin û dixwazin bên darizandin em ê partiya xwe ya ku hêviya gelan e û paradîgmaya xwe ya nû ya jiyanê diparêze, bidomînin. Weke gelan, bi helwesta xwe ya berxwedan û têgihiştina demokrasiyê re, em ê van hemû planên çok danînê pûç bikin.”    ÇALAKIYA NOBETÊ    Girseyê pişt re li avahiya partiyê saetekê çalakiya nobetê pêk anî. Di dema çalakiya nobetê de kursuya serbest hate avakirin û banga têkoşîna hevpar hate kirin. Hevserokê Şaxa ÎHD’a Edeneyê Yakûp Ataş diyar kir ku bi doza girtinê û ya Kobanê mafê kirina siyasetê yê HDP’ê tê astengkirin û da zanîn ku dê mafê kirina siyasetê ya HDP’ê asteng bikin.    Endamê Desteya Rêveberiya Giştî yê Partiya Kedê (EMEP) Halîl Îmrek jî diyar kir ku êrişên ser HDP’ê êrişên li dijî hemû hêzên demokrasiyê ne û banga têkoşîna hevpar kir.    Daxuyanî piştî çalakiya nobetê ya saetekê bi dawî bû.