Şener: AKP dê di 3 hilbijartinên pêş de winda bike 2018-03-07 14:37:40 ENQERE - Cîgirê Serokê Giştî yê AKP'ê yê berê Abdullatif Şener,  tev li bernameya "Gune Başlarken" ya ku Semra Topcu di Halk TV de pêşkêş dike bû û got: "AKP dê di 3 hilbijartina pêş de winda bike."  Cîgirê Serokê Giştî yê AKP'ê yê berê Abdullatif Şener,  tev li bernameya "Gune Başlarken" ya ku Semra Topcu di Halk TV de pêşkêş dike bû û geşedanên dedr barê hilbijartinê de nirxand. Şener, diyar kir ku AKP her dem behsa Vîna Nijadî dike, lê ji vîna gel a di sindoqan de bê xuyakirin ne bawer e. Bi Zagona tifaqê dixwaze vîna gel a sindoqan biguherîne. Li ser vê yekê planan dike. Ez îdîa dikim ku AKP  dê di 3 hilbijartinên pêş me de bi ser nekeve. Dê 3 hilbijartinên li pêş me winda bike. Ger ku partiyên muxalif şaşiyan neke ne pêkan e AKP di hilbijartina Serokomariyê de bi ser bikeve.