Sancar: Îktidar wê bi polîtîkaya alozî û tirsê bi ser nekeve 2022-05-10 16:14:14   ENQERE - Hevserokê HDP’ê Mîthat Sancar diyar kir ku îktidarê polîtîkayên aloziyê û tirsê ji nû ve xistiye dewrê û got: “Wê bi ser nekevin. Me baweriya ku em ê wan têk bibin mezin kiriye.”    Hevserokê Giştî yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Mîthat Sancar di komcivîna partiya xwe li Meclisê de axivî û mijarên di rojevê de nirxand.    ‘EM Ê PÊŞENGIYEK BI BIRYAR BIKIN’    Sancar destnîşan kir ku tenê ne îktidar, hin partiyên ji xwe re dibêjin muxalefet jî bûne parçeyên lîstikan û got: “Feraseta ku tu ji bilî polîtîkayên nefret, kîndarî, rageşî û dijminatiyê nas nakin, niha jî rabûne van polîtîkayan li ser koçberan dixin meriyetê. Mixabin vî welatî aliyek her tim dibe armanca nefet, kîndarî, dijinahiyê. Ferasetek ku koka wê di kûrahiyê de ye, heye. Lê em dizanin ku ev civak xwedî bi wîjdan, rûmet û fikra edaletê esas digire. Ev civaka bi piranî li benda dengek xurt û pêşengiyek bi biryar sekinî ye. Ew dengê xurt û pêşengî bi me re ye. Teqez em ê pêşengiya bi biryar ragirin ser milê xwe û çi hewce be em ê bikin. Lewma em rola xwe ya ku em ê vî welatî teslîmî polîtîkayên nefretê û neçareseriyê nekin heye. Em vê rola xwe nîşanî her kesî dikin.”    ‘EM Ê VÊ FERASETÊ BIGUHERÎNIN’    Sancar anî ziman ku derd û kulê vê îktidarê şer e û got: “Em ê vê feraseta şerxwaz û operasyonan dike biguherînin. Em kesek jî bimînin em ê qala aştî, edaletê, demokrasî û azadiyê bikin. Em ê têbikoşin, heta têkbirina wan. Çareserî ewqas ne zor e. Bila werin em ê qala çareseriyê ji wan re bikin. Ji bo çareseriyek hevpar em dixebitin û xebatan dikin. Heke hîmên çareseriyê werin avêtin, anîna aştî, aramî û demokrasiyê mimkin e.”   ‘HDP NAVNÎŞANA ÇARESERIYÊ YE’    Sancar da zanîn ku îktidara ku her roj bi polîtîkaya penaberan pesnê xwe dide di çavkaniya vê pesindayînê de şer kûr dike û got: “Li başûr bi şer, li Sûriyê bi polîtîkayên leşkerî yên milîtarîst xwe bi rê ve dibin û vî şerî kûr dikin. Mesele îro ne meseleya penaberan e, mesele meseleya derxistina şer e. Îro jî heqîqet li pêş çavê me ye. Ne mimkin e ku ev feraset pirsgirêkan û krîzan çareser bike. Em jî dibêjin vaye HDP navnîşana çareseriyê ye û dikare krîzan ji holê rake.”    ‘EW Ê TÊK BIÇIN, EM Ê BI SER BIKEVIN’    Sancar destnîşan kir ku pêdiviya wan bi têkoşînek demokratîk a hevpar û guhertina vê îktidarê û pergalê heye û wiha got: “Em ê pergalê jî biguherînin, em ê îktidarê jî bişînin. Hêza me ya ji bo vê yekê heye. Tenê bila biryardariya me ya ji bo têkoşîna hevpar hebe. Divê em bi qasî serê derziytê gumanan ji baweriya xwe nekin. Hêza me heye, baweriya me heye, teqez em ê encam bigirin. Binêrin provokasyonên xwe berdewam dikin. Belê her tiştî şolî dikin, tirsê û aloziyê belav dikin û difikirin ku ew ê encamê bigirin. Her ku ew razîbûna civakê winda dikin, civakê bi tirsê û aloziyan tehdît dikin û rêbazên rehîngirtinê dixin dewrê. Wê bi ser nekevin. Çimkî em jî di ferqa van lîstiokên wan de ye. Ji wê rojê heta îro lîstika wan xerabûyî ye û her carê dubare dubare bi şiklek xerab lîstika xwe derdixin ser dikê. Em xwedî wê tecrûbeyê, biryarê, piştgiriya gel û baweriyê ne ku em dikarin wê lîstika wan xera bikin. Me vê baweriya xwe mezin kiriye. Lewma em dibêjin ew ê di bin hewldana xwe de bimînin. Teqez wê di bin êriş, plan û lîstikên xwe de bimînin. Çimkî li hemberî wan HDP a ku têkoşîna demokratîk a hevpar û di siyaseta demokratîk de israr dike û bi gel re bûye yek heye. Navend û deriyê çareseriyê bi me re. Rêya me vekirî be.”