Konferansa Anatoliya Navîn a HDP’ê: Dem dema têkoşîna hevgirtî ye 2022-05-09 12:24:48   ENQERE - Endamê Meclisa Partiyê yê HDP’ê Emîralî Turkmen ê di Konferansa Herêma Anatoliya Navîn de axivî diyar kir ku serdema pêşiya wan serdema têkoşîna hevgirtî û hevpar e.    Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) beriya Kongreya Mezin a Asayî konferansan li dar dixe. Di çarçoveya amadekariyên kongreyê de li Navenda Giştî ya HDP’ê Konferansa Herêma Anatoliya Navîn hat lidarxistin. Di konferansê de pankarta “Têkoşîna Mezin, Berxwedana Mezin” hat daliqandin û delegeyên bajarên Enqere, Eskîşehîr, Kayserî, Konya û bajarên din tev li bûn. Cîgira Hevserokên Giştî ya HDP’ê Ozlem Gunduz ku ji Komîsyona Rêxistinkirinê Berpirsiyar e, Endamê Meclisa Partiyê Emîralî Turkmen û rêveberên HDP’ê beşdarî konferansê bûn.    XETA TÊKOŞÎNA SIBEROJÊ    Emîralî Turkmen destpêkê axivî û diyar kir ku ew li dijî êrişên ser partiya xwe konferansên xwe wek xurtkirin, rêxistinbûyîn û amadekariyên siberojê li dar dixin û wiha got: “Konferansên me ji bo siberojê û têkoşînek hevpar û hevgirtî dê çawa were lidarxistin girîng in. Em di konferansan de li ser her cûre krîzên siyasî û civakî nirxandinan dikin û xeta têkoşîna siberojê digirin dest.”   ‘DEM DEMA AVAKIRINA JIYANA NÛ YE’    Turkmen anî ziman ku ew ê ala têkoşîna ji girtîgehan dewr girtine mezintirbikin û wiha axivî: “HDP ew partî ye ku li ser vê erdnîgariyê pirjiyanê dixwaze û armanca wê ev e ku vê pirjiyanê ava bike. HDP çavkaniya têkoşînê ye. Em ê di van konferansan de li ser kar û barên partiya me ku siberojê dê çi bike û çi deyne pêşiya xwe nîşaq bikin. Dem dema hatina ba hev e û dema têkoşîna hevpar û hevgirtî ye. Dem dema têkbirina dîktatoran e û avakirina jiyana nû û demokratîk e.”    Piştî axaftina destpêkê konferans ji çapemeniyê re girtî berdewam kir.